DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

10:07 12/12/2015
 
Li Bajergehê navê sînor heye lê bazirganî tune ye!
Deriyê sînor ê bajaroka Bajêrgehê ya Geverê nêzî 5 meh in li bazirganiyê hatiye girtin. Welatiyên Bajêrgehê bertek nişanî girtina sînor dan û diyar kir ku AKP bi girtina sînor wan ceza dike.
10:02 08/12/2015
 
Bihuşta zeytûnan bû gundê betalan
Gundê Karbeyazê yê navçeya Altınozu wekî bihişta zeytûnan tê naskirin. Ji ber zeytûnên vî gundî zêde ne, fabrîqeyek posayê zeytûnan û 3 fabrîqeyên zeyta zeytûnan hatiye avakirin lê piştî şerê li Sûrî, koçberî û betalî zêde bû.
16:14 05/12/2015
 
Yekemîn Komxebata Aboriyê ya Elbakê destpê kir
Yekemîn Komxebata Aboriyê ya Elbakê ku ji aliyê KCD'a Wan û Komîsyona Aboriyê ya Elbakê ve hatiye amadekirin destpê kir. Di komxebatê de Hevşaredarê Elbakê Îhsan Guler got ku ew dixwazin modelek nû ya aboriyê bixin nava jiyanê û ev jî modela aboriya komûnal e.
11:09 04/12/2015
 
Şerê li Kurdistanê esnafên Tirkiyeyê jî ber bi îflasê ve dibe
Esnafên Edeneyê ku fêkî û sebze difiroşin bajarên Kurdistanê, diyar kirin ku ji ber rewşa awarte wekî berê nikarin kar bikin û eger rewşa şer bi vî rengî berdewam bike dibe ku gelek esnaf îflas bikin.
10:12 04/12/2015
 
Deşta Herranê dibe deşta betonê!
Li Deşta Herranê ku li cîhanê yek ji deştên ji bo çandiniyê herî guncav e, ji ber betonbûyîna zêde her ku diçe derfetên çandiniyê kêm dibin. Serokê Şaxa Rihayê a Odeya Endezyarên Çandiniyê Alî Riza Ozturkmen diyar kir ku tenê di sala 2015'an de 45 hezar dekar zeviyê çandiniyê kirine beton û hişyariya "Ev rewş, rewşekî pir nebaş e" kir.
11:36 02/12/2015
 
'Ala sor û stêrka spî zikê birçî têr nake'
Li navçeya Qamuşanê ya Qersê welatiyan bertek nîşanî xebata Şaredariya AKP'î dan û diyar kirin ku li navçeya ku betali zêde ye, şaredariya AKP'ê bi 60 mîlyon TL ala Tirkiye çêkiriye. Welatiyan xwest şaredarî li şûna ala Tirkiye kar ji welatiyan re bibîne. Welatiyan anî ziman ku ala sor zikê birçî têr nake.
10:21 01/12/2015
 
'Dewlet 1'ê dide cotkaran 4 ji wan distîne'
Serokê Lijneya Rêveberîya Odeya Endezyarên Çandiniyê (ZMO) Ozden Gungor, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê her cureyên giha û çandiniyê tê çandin. Gungur, diyar kir ku ji ber polîtîqayên Wezareta Çandiniyê yên şaş cotkarî hatiye ber xelasiyê û got "Dewlet dibêje 'ez alîkariyê didim cotkaran' lê dewlet 1'ê dide, 4'an distîne."
16:56 24/11/2015
 
Li gundên Kobanê koperatîfên çandiniyê tên avakirin
Rêveberiya Kantona Kobanê lez daye avakirina koperatîfên çandiniyê, li gundan koperatîfên nû ava dike. Li gundê Bozikê yê ku li rojhilatê Kobanê ye ji hêla 15 malbatan ve koperatîfa çandiniyê ava kir.
10:04 23/11/2015
 
Komun Market nîşan dide pêdivî bi dewletê nîne!
Kooperatîfa Mezaxê ya Medya ku bi hîseyên gelek welatiyan hate avakirin, li derveyî feraseta marketên klasîk tevdigere û hilberînên welatiyan ên organîk bêyî navbeynkar digihîne mezexan. Hilberînerên ku ji bo marketa komun bêrawestan dixebitin wiha gotin: "Pêdiviya me bi dewletê nîne. Em dikarin hilberîna xwe bi xwe bikin." Mezaxer jî dibêjin ku market ji bo wan şansek e.
14:13 21/11/2015
 
'Di pêşerojê de ne çandinî ne jî ekolojî namîne'
Serokê Şaxa Odeya Çandinî ya Rihayê Alî Riza Ozturkmen diyar kir ku çandinî her ku diçe paş ve diçe û wiha axivî: "Ji ber avdana rasthatî 18 hezar hektar erd zuha bûye. Ji ber polîtîqayên dewletê cotkar neçar dimînin û koçî bajaran dikin. Wiha bidome ne çandinî dimîne ne jî ekolojî."
09:10 29/10/2015
 
Deriyê gumrikê ji 'bazirganiya rojane' re hate girtin
Li navçeya Bazîdê ku yek ji çavkaniyên debarê ya herî girîng Deriyê Sînor ê Gurbulake ye ji bo bazirganiya rojane re hate girtin. Serokê Komeleya Sanayî û Karsazên Bazîdê Nurî Taşdemîr diyar kir ku dewlet hesabê hilbijartinê dike û li dijî mirovên herêmê zilmê pêk tîne.
09:12 17/10/2015
 
Semsûrî êdî nikarin hilberîneriya titûnê bikin
Li Semsûra ku bi titûna xwe navdar edî piştî ku dewlete kota danî ser titûnê û piştre jî tevahî destê xwe jê kişand, hilberîn her diçe kêm dibe. Hilberînerê bi navê Omer Kaçar ê ku debara xwe bi çandina titûnê dike û wiha got: "Tu karê hilberîna titûnê nemaye lê dîsa jî em mecbûr in vi karî bikin. Berê me kîloya 300-500 kîlo titûn difirot lê niha ev gelek kêmbûye."
09:08 09/10/2015
 
Paletiya Gwizan li Şaxê dest pê kir
Li navçeya Şaxê ya Wanê paletiya gwîzan dest pê kir. Gwizên ku çavkaniya herî mezin a aborî, tenduristî û endustriyê ye, îsal berhemên gwîzan rençber kêfxweş kirin.
09:04 04/10/2015
 
Ji bo jiyanê bi keda zêde û heqê erzan dixebitin
Penaberên ji Rojava û Sûrî hatine li Edeneyê di nava karê zeviyan de dixebitin, bi kedek zêde û heqekî erzan debara xwe dikin. Penaberên karker rojê bi 20-30 TL dixebitin.
09:09 27/9/2015
 
‘Di cejnê de xebata me şerma dewletê ye’
Yek ji zarokên ku mecbûr dimînin li kolanan bixebitin Eyup Karakoyun ê 16 salî, li Enqereyê di nava çopan de kaxizan kom dike û alîkariya malbata xwe dike. Karakoyun, di cejnê de jî dixebite û cejnê ji bo xwe windahiyetî dibîne û xebata zarokan jî wekî şerma dewletê dinirxîne.
09:05 23/9/2015
 
Nîjadperestiya şer bandorê li ser qurbanan jî kir
Şerê Qesrê û AKP'ê ên li ser kurdan pêk tê bandorê li ser sewalkariya li ber ber deriyê rojavayê Tirkiyeyê kir. Sewalfiroşên kurd ji tirsa êrîşên nîjadperestan naçin bajarên rojava û sewalên wan di destên wan de dimînin.
12:03 22/9/2015
 
Paletiya fisteq û rezan li Xalfetiyê dest pê kir
Li navçeya Xalfetî ya Rihayê paletiya komkirina fisteq û rezên tirî dest pê kir. Rençberên rezên, dest bi çêkirina dims, bastêq û sicûq kirin. Rençberên fisteqan jî dest bi komkirina fisteqan kirin.
09:01 20/9/2015
 
Buhayê qurbanan ji sedî 20 zêde bû
Ji cejna qurbanê re çend roj man, li bazarên ku ji bo firotina qurbanan tên vekirin bazarî tên kirin lê hem xwediyên qurbanan hem jî bikir ji ber buhayan bi gazinc in. Li gundê Gorenê ya Enqereyê li qada firotina qurbanan xwediyên qurbanan ji ber ku ji qadê kirê jî tê xwestin bi gazinc in û diyar dikin ku hin kesan ji şaredariyê cihên qurbanê girtine û bi buhayeke zêdetir didin firoşkeran.
09:10 19/9/2015
 
Ne welatî ne jî firoşkar razî ne!
Xwediyên sewalan ên ku hêviyên xwu li cejna qurbanê ve girêdane ji ber firotin kêm e, welatî jî ji ber ku buha zêde ne bi gazincin. Li bazarên qurbanan ên li Edeneyê kîloya qurbanan bi 12-13 TL'î tê firotin û buyahê beranekî di navbera 800 TL û hezar û 300 TL'î de tê guhertin, li bazarê welatî dibêjin ku AKP'ê di îxtidara xwe ya 13 salan de bi polîtîkayên xwe ve sewalkarî têk biriye.
09:10 15/9/2015
 
Îsal ruyê Mêşvanan liken e
Mêşvanên ku her sal ji derdorên cuda tên Herêma Avareş a Bêgiriya Wanê, îsal ji berhemên hingiv kêfxweş in û ruyê wan li ken in.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN