10:27 14/2/2016 |
|
Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Herêma Sanayiya Organîzeyê ya Wanê Şemsettîn Bozkurt diyar kir ku Herêma Sanayiya Organzeyê ya Wanê ku wekî navenda hilberînê tê binavkirin ji ber qatlîam û dorpêçên li Kurdistanê hatiye asta ku hilberîn nayê kirin. Bozkurt got ku pirsgirêka kurd bi qatlîam û dorpêçan re nayê çareserkirin û nirxandina "Li Tirkiyeyê di Qanûna Esasî de divê mafên kurdan ên ji zayînê tê yên wekî nasname û çandî bê misogerkirin û rewşa pevçûn û şîdetê ji holê bê rakirin" kir.
|
18:16 13/2/2016 |
|
Hevparên KJA'yên Wanê di "Atolyeya Jinê ya Aboriya Komunal a Demokratîk" de aboriya komunal, xweserî û parastina cewherî nîqaş kirin.
|
14:46 13/2/2016 |
|
KJA di 27-28'ê Sibatê de li Amedê Konferansa Aboriyê ya Jinê lidardixe û beriya konferansê jî li bajarên wek Wan, Êlih û Mêrdînê atolyeyên aboriyê têne lidarxistin.
|
14:45 06/2/2016 |
|
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle di koxebata "Aboriya herêmî" de axivî bal kişand li ser tespîtên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a têkîldarî aboriyê nirxandina "tu sîstem bêyî ku aboriya xwe ava bike nikare bi ser piyan bisekine" kir anî ziman ku başe harê girîng a xwesira demokratîk rêxistinbûn e. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî diyar kir ku ew ê aboriya Kurdistanê ava bikin û nirxandina "Em ê li dijî kapîtalîzmê aboriya komunal ava bikin" kir.
|
10:02 05/2/2016 |
|
Hîndekarê Beşa Îktîsadê yê Zanîngeha Stenbolê Levent Dolek, diyar kir ku amadekariyek giştî ya şer heye û dê însiyatifa MÎT'ê ya li Kurdistanê û Sûriyê zêde bibe. Dolek, destnîşan kir ku butçeya nû dê li ser pişta karker û kedkaran bibe barê bacê û wiha got: "Em bi butçeya dijminê karker û gel re rû bi rû ne."
|
10:05 04/2/2016 |
|
Konsepta şer a ji aliyê hikumeta AKP'ê ve li Kurdistnaê hat destpêkirin bandoreke mezin li ser aboriya Tirkiyeyê dike. Ji ber bandora şer, aboriya dikandarên Kemeraltiyê ya Konaka Îzmîrê jî hema hema ber bi têkçûnê ye û dikandaran destnîşan kirin ku bi kûrbûna şer gel jî zêdetir xizantir dibin.
|
10:09 03/2/2016 |
|
Kedkaran li dijî hikûmeta AKP'ê ku di hevdîtinên butçeyê de para herî mezin ji bo "ewlehiyê" veqetandiye nerazîbûn nîşan dan diyar kirin ku butçeya 2016'an butçeya şer e û fatureya vê yekê jî ji kedkaran re tê derxistin.
|
10:21 28/1/2016 |
|
Hikumeta AKP'ê di budçeya sala 2016'an de para herî mezin ji saziyên şer re vediqetîne. Di nav budçeya 2016'an de para ku ji saziyên şer re hatiye veqetandin bi giştî 76 mîlyar 654 mîlyon 303 hezar TL ye.
|
10:12 16/1/2016 |
|
Li gundê Rondik a Çelê ya Colemêrgê li aşa dîrokî ku ji serdema ermenan maye gundî hilberîna tehînê dikin. Tehîna ku ji aliyê gundiyan ve bi awayekî komun tê hilberandin ji bajarên derveyî Colemêrgê re tê firotin.
|
10:00 02/1/2016 |
|
Esnafên Tekstilê yên Edeneyê, şerê li Kurdistanê tê meşandin rexne kirin û diyar kirin ku ger şer wisa bidome dê îflas bikin. Esnafan, xwestin operasyonên îmhayê yên AKP'ê bi lezgîn rawestin û aştî pêş bikeve.
|
10:02 31/12/2015 |
|
Aborînas Gaye Yilmaz têkiliya şer û aboriyê nirxand û got barê şerê 30 salan a li ser aboriya Tirkiyeyê 1.2 trîlyon TL ye. Yilmaz derbarê konsepta şerê nû ya AKP'ê xistiye meriyetê jî hişyariyan kir û diyar kir ku şerê AKP'ê Tirkiyeyê ber bi hilweşîna aborî ve dibe.
|
10:31 25/12/2015 |
|
Welatiyê bi navê Veysel Dînçer ê li navçeya Xelatê ligel gotinên "li vir şîn nabe, xwe newestîne" dest bi çandiniya fistiqên ku li herêmê wekî ku dibêjin teqez şîn nabe kir û piştî 6 mehan beramberî yekî 20 encam wergirt.
|
10:29 25/12/2015 |
|
Konsepta şer a hikûmeta AKP'ê aboriya Wanê anî asta tunebûnê. Serokê WAN-TSO'yê Necdet Takva diyar kir ku ji 24'ê tîrmehê şerê ku dest pêkiriye heta niha li bajar 650 kargeh hatin girtin, bi girtina Deriyê Sînor ê Kapikoyê jî aborî gelek zirar dîtiye, krîza aborî ya ku piştî erdheja 2011'an bi pêvajoya aştiyê re ji bo ku derbas bikin gelek hêvîdar bûn lê bi pevçûnan re krîz bêhtir kur bû.
|
10:15 23/12/2015 |
|
Polîtîkaya Tirkiyeyê ya bi cîranan re "sifir pirsgirêk" ewil bû "sifir têkîlî" niha jî bûye "sifir bazirganî". Piştî qedexeya derketina kolanan ên li Nisêbîn, Cizîr û Sîlopiyê Deriyê Xaburê ku deriyê herî girîng ê vedibe Rojhilata Navîn e hate girtin. Serokê Komeleya Karsazên Sanayî ya Organîza ya Rihayê Hamza Tavas li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan da nirxandina "Tirkiyeyê bi van polîtîkan ve bivir li şaxê darê ku lê siwar bûye û li lingê xwe dixe" kir.
|
09:59 23/12/2015 |
|
AKP bi pêşnûmeyên nû ve dixwaze qadên zeytûnan ji razemeniyên enerjiyê re veke û tune bike lê ji ber bertekên raya giştî niha daye sekinandin. Serokê Odeya Endezyarên Ziraetê yê Edeneyê Semîh Karademîr diyar kir ku ev yek ji bo ku ji maden, santralên enerjî û înşeatê re cih vekin tê kirin, heke pêşnûme bêqebûlkirin qadên zeytûnan dê ji parastina dewletê bê derxistin û pêşkêşî sermayeyê bê kirin.
|
10:33 18/12/2015 |
|
Krîza di navbera Tirkiye û Rûsyayê de bandora neyînî li ser esnafên Rihayê yên fekî û sebzeyan difiroşin jî kir. Esnafên ku ji ber krîzê hilberînên wan di destên wan de ma, qada ku 47 esnaf kar dikin nîşandan û pirsa "Tenê hûn dikarin yek dû kiriyarekî bibînin. Ma krîza aborî ne ev" kirin.
|
11:10 16/12/2015 |
|
Piştî ku hikûmeta AKP'ê pêvajoya çareseriyê da rawestandin û konsepta şer xiste dewreyê, qatlîamên bi bombeyî li Rihayê turîzm têk bir. Serokê Odeya Rehberên Turîstan ên Herêmî ya Rihayê M. Kamîl Turkmen diyar kir ku di atmosfera "aştiyê" de otel ji sedî sed tiji bûn û mafê kesekî tuneye "çareseriyê di sarincê de rawestîne."
|
10:11 13/12/2015 |
|
Yek ji sewzeyên ku zivistanê li Wanê zêde tê xwarin kartol e. Ji ber rewşa şer a li Tirkiyeyê, wekî gelek sewze û fêkiyan buhaya kartolê jî li gorî par du qat bilind bûye û welatî nikarin êdî kartol jî bistînin.
|
10:09 13/12/2015 |
|
Bi demsala zivistanê re karkerên demsalê yên Kurdistanê vê carê jî berê xwe didin baxçeyên mandalînan. Karkerên mandalîna yên li navçeyên Selçuk, Seferihisar û Menderesê yên Îzmîrê di şertên pir dijwar de dixebitin, heqê keda xwe jî nastînin.
|
10:09 12/12/2015 |
|
Li navçeya Sûrê piştî dewletê kolan li welatiyan qedexe kir, polîs û tîmên taybet bi çekên giran êrîşî warên dîrokî kir û gelek mal hilweşandin. Ji ber ku nêzî mehek e kolan li Sûrê tên qedexekirin û navçe di bin dorpêça polîsan de ye, êdî esnafên Sûrê nikarin kar bikin. Esnafan diyar kirin ku piştî êrîşên dewletê her dikanek nêzî 20 hezar tl zerara wan çêbûye.
|