| 09:22 23/10/2016 |  | Polîsên ku li Taxa Kuçukdîkîliyê avahiya SEYMER’ê dagir kirin û veguherandin qereqolê, hat diyarkirin ku gef li niştecihên xwarine û ciwan derb kirine. | 
										
									
										| 09:21 23/10/2016 |  | Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu bertek nîşanî gefên Walîtiya Şirnexê yên ji bo xirakirina konên gel da û got, dewleta destûr neda ew ji bo gelê Şirnexê konteyniran ava bikin, niha jî polîtîkayên xwe yî ku dixwaze mirovan ji  bajar derxîne û vala bike xistiye dewrê. | 
										
									
										| 09:19 23/10/2016 |  | AKP piştî rûxandina navçeya dîrokî Sûra Amedê, niha jî li navenda bajêr qadên hêşînahiyî û cemaweriyê ji bo rantê vekiriye û li van qadan dest bi avakirina AVM û resîzdansan kiriye. | 
										
									
										| 09:18 23/10/2016 |  | Hevseroka KCD’ê Leyla Guven amadekariyên Tirkiyeyê yên têkildarî Mûsil, Rojava û derveyî sînor nirxandin û wiha got: “Li qisûrê nenêre kes baweriyê xwe bi gotina Tirkiyeyê ya 'Ez ê li Mûsilê bibim çareserî' nayîne. Heke li nav Tirkiyeyê azadî tune be, dê ji bo cînarê xwe, ji bo Mûsilê jî nebe çareserî.” | 
										
									
										| 09:10 23/10/2016 |  | Li Geverê piştî teqîna ku Ûmût Ayvalikê 10 salî jiyana xwe ji dest da û Havîn û Hakan Ayvalik jî bi giranî birîndar bûbûn, li heman zeviyê 3 teqemeniyên din jî hatin dîtin. | 
										
									
										| 09:08 23/10/2016 |  | Li Hatayê penaberên sûriyeyî û gundî, piştî paleyiya fistîqan niha jî li zeviyan bermayiyên fistiqan berhev dikin. Li gel vê, çavê penaberên ku li zeviyên fistiqan dixebitin her li welatê wan e. | 
										
									
										| 09:03 23/10/2016 |  | Bi îlana OHAL'ê re îşkenceya li girtîgehan zêde bû. Êdî hemû pêkanînên îşkenceya li ser girtiyan wekî rewşek asayî tê dîtin. Li gorî rapor û belgeyan li gelek girtîgehan bi awayekî vekirî îşkence tê girtin û serlêdan li ber çavan nayên girtin. | 
										
									
										| 09:02 23/10/2016 |  | Cenazeyê Yelîz Tagu yê li çoltera Sêrtê jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê jinan ve li Êlihê hat definkirin. | 
										
									
										| 08:11 23/10/2016 |  | Li dijî avahiya qeymeqam, Midûryeta Polîsan a navçeyê û lojnamên polîsan ên Dara Hênê êrîşek pêk hat û di êrîşê de qeymeqam Abdullah Koklu birîndar bû, herî kêm 2 polîs mirin û gelek polîs jî birîndar bûn. | 
										
									
										| 21:20 22/10/2016 |  | Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê li qereqola leşkeriyê ya kevn di encama kolandinê de 2 cenaze hatin dîtin. | 
										
									
										| 20:56 22/10/2016 |  | Heyetek ji Ewropa Parlementoya Ewropa pêk tê ji bo hin hevdîtinan û agahiyan di derbarê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bigirin, hatin navçeyê. | 
										
									
										| 19:44 22/10/2016 |  | Li gel domandina êrîşên li dijî Mareyê, Hêzên Şoreşger li dijî êrîşan têdikoşin. | 
										
									
										| 17:51 22/10/2016 |  | Nûçegîhanê wêneyan ê televîzyana  El Sumeriye Alî Risan ji aliyê sekvanên DAIŞ'ê ve hat kuştin. | 
										
									
										| 16:48 22/10/2016 |  | Platforma Jinan a Mêrsînê, bi kampanyaya xwe ya "Balonên sor" ji bo balê bikişînin ser îstîsmara zarokan petel zîvirandin. | 
										
									
										| 16:32 22/10/2016 |  | Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, di konferansa Jinan a Rêveberiya Herêmî de  diyar kir ku di hedefa AKP'ê de pergala hevserokatiyê heye û wiha got: "Em dê li dijî pergala AKP'ê têbikoşin.  Niha dem dema rêxistinbûna jiyanê ye." | 
										
									
										| 15:48 22/10/2016 |  | Midûrê TEM'ê yê Şirnexê Haci Murat Dînçer ku bi qetilkirina Haci Lokman Bîrlîk ket rojevê, derket holê ku fermana 'destûr nedin Leyla Bîrlîk bikeve Şirnexê' daye polîsan. | 
										
									
										| 15:40 22/10/2016 |  | Malbatên kesên 10 roj berê li Mêrsînê hatin binçavkirin û şandin TEM'a Mêrsînê ji jiyana zarokên xwe bi fikar in. Malbata Ercan Fırat anî ziman ku bi rêya parêzeran gilî kirin. | 
										
									
										| 15:35 22/10/2016 |  | Di çalakiya Tîpa F a hefteya 239'emîn de   azadiya ji bo girtiyê nexweş Resul Kocaturk edalet hat xwestin. | 
										
									
										| 14:59 22/10/2016 |  | Artêşa tirk ji bo çeteyên girêdayî wî 20 tang derbasî herêma Şehbayê kir. | 
										
									
										| 14:58 22/10/2016 |  | Sewqiyata çekan a El Nusra ku bi hevkariya Tirkiye dike, li deriyê sînor ê Kîlîsê ket qeydên kamerayan. |