| 14:52 23/10/2016 |  | Gelîlayên HPG'ê şevê din li dijî noqteyên leşkerî yên li herêma Şehîd Kendal ya çiyayê Heftenînê çalakî pêk anî. Hate hînbûn ku piştî çalakiya gerîlayan herêmên ji aliyê helîkopter û balafirên şer ve hatiye bombebarankirin. | 
										
									
										| 13:55 23/10/2016 |  | Leşkerên Iraqê di çarçoveya operasyona xwe ya kontrolkirina Mûsilê de, li Hemdaniyê dijî çeteyên DAIŞ’ê dest bi şerê kolanan kir. | 
										
									
										| 13:52 23/10/2016 |  | Li Silopiya 15 TIR di bin kontrola wesayîtên zirxî de ber bi Deriyê Sînor ê Xabûr ve çûn. | 
										
									
										| 13:45 23/10/2016 |  | Reveberê bajar û bajarokên Kerkûkê Serhed Qadir ragihand ku hemu êrişên çeteyan hatine şikandin. | 
										
									
										| 12:38 23/10/2016 |  | Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) rapora 3 mehên dawî ya binpêkirina mafên çapemeniyê aşkere kir. ÇGD'ê di raporêde diyar kir ku zextên li dijî çapemeniya azad gihişt asta herî jor. | 
										
									
										| 12:29 23/10/2016 |  | Li navçeyên Çewligê polîsan bi ser avahiyên DBP û HDP'ê de girtin û hevşaredar û endamên PM'ê yên bajar û navçeyan binçavkirin. | 
										
									
										| 12:06 23/10/2016 |  | Li taxa Nîda ya Kerkûkê di navbera hêzên ewlekariyê û çeteyên DAIŞ’ê de şer rû da. | 
										
									
										| 12:02 23/10/2016 |  | Hevserokê  HDP'ê yê Dersimê Aslan Çag têkîldarî girtina derabeyan a li Dersimê gazî li emniyetê hatkirin û li vir hat binçavkirin. | 
										
									
										| 11:30 23/10/2016 |  | Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Ashton Carter piştî serdana xwe ya Bexda,  çû Hewlêrê | 
										
									
										| 11:28 23/10/2016 |  | Hat diyarkirin ku sînorê Roboskê ji aliyê Fermandariya Alayê ya Gulyazi ve tê topbarankirin | 
										
									
										| 11:26 23/10/2016 |  | Li Dara Hênê ya çalakiyên hemwext pêk hat, çavkaniyên fermî her çiqas îdia kirin polîsek miriye jî li gorê çavkaniyê herêmî herî kêm 6 polîs mirine û gelek polîs jî birîndar bûne. | 
										
									
										| 11:18 23/10/2016 |  | Li Hesekê   di encama teqînê de 2 kes birîndar bûn. | 
										
									
										| 11:15 23/10/2016 |  | Endama Meclîsa DBP'ê Mizgin Çîftçî hat binçavkirin. | 
										
									
										| 11:12 23/10/2016 |  | Baroya Rihayê ji bo ku rêveberiya xwe ya nû diyar bike kongreyê pêk tîne. | 
										
									
										| 10:37 23/10/2016 |  | Leşkerên gefan li  gelê ku ji ber talana li Şirnexê di konan de dimînin dixwin, bi helîkopteran derdora konên wan dan ber guleyan. | 
										
									
										| 10:09 23/10/2016 |  | Siyasetmedarê başûrî  Feteh Zexoyî têkîldarî nêzîkatiyên Tirkiyeyê ya ji bo opersayona Mûsilê  diyar kir ku Tirkiyeyê ji bo fermandarên DAIŞ'ê biparêze dixwaze tevli operasyona Mûsilê bibe. | 
										
									
										| 09:26 23/10/2016 |  | Çeteyekî DAIŞ'ê yê di êrişa li dijî Kerkûkê de bi saxî hat gitin got ku ew bi helîkopterên aydî dewleta tirk ve anîne Kerkûkê. | 
										
									
										| 09:26 23/10/2016 |  | Pêşmergeyan ji du aliyan ve li bakurê rojhilatê Mûsilê dest bi operasyonek nû kirin. | 
										
									
										| 09:24 23/10/2016 |  | Heyeta Parlamentoya Ewropayê û endamên parazvanên mafên mirovan Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ziyaret kir. | 
										
									
										| 09:24 23/10/2016 |  | Wekîla berê ya AKP'î ya Wanê Gulşen Orhan li ser malbata Tenlî îfade dabû û ji ber îfadeyê 4 kes hatibûn girtin û rastî cezayê muebetê hatibûn. Derewên Gulşen Orhan ên ku çawa wekî fîlm hatine amadekirin derket holê. |