10:07 03/12/2015 |
|
Li Erziromê pîşeya xerata derî û şibakeyan, bi pêşketina derî û camên pîmapen û PVC'ê ber bi tunebûnê ve diçe. Ji ber eleqeya li hemberî pîşe kêm e, hosteyên vê pîşeyî jî kêm dibin.
|
10:27 18/11/2015 |
|
Li Tirkiyeyê ku sedemeke mezin a mirinên karkeran qezayên trafîkê ye, di meha borî de 33 karkerên çandiniyê di van qezayan de jiyana xwe ji dest dan. Yek ji bajarên ku karker herî zêde di qezayan de jiyana xwe ji jî Edene ye. Serokê Komeleya Navbeykarên Çandiniyê ya Cukorovayê Fevzî Ete diyar kir ku ji ber kontrolên pêwist nayên kirin jiyana karkeran dikeve xetereyê.
|
10:33 14/11/2015 |
|
Bi hatina nêzîk buna demsala zivistanê ve darfiroş û sobafiroş ji firaotina ne razîne. Ji ber şerê li Kurdistanê û zêde buna dogal gazê darfiroj û soba firoş ji kare xwe ne memnûnin.
|
10:18 13/11/2015 |
|
Karkerên Şîşecamê li dijî peymana jikarderxistina 90 hevalên xwe, 9 roj in çalakiyê pêk tînin. Karker, diyar dikin ku tenê hevalekî wan jî ji kar bê dûrxistin dê çalakiyên xwe berdewam bikin.
|
19:21 12/11/2015 |
|
Encama xelatên çîrokan ên her sal ji bo bîranîna Xwendekarê Zanîngeha Muglayê Şerzan Kurd ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin diyar bû.
|
14:44 10/11/2015 |
|
Komîsyona Jîngeha Xebatê ya ÎHD'ê rapora cotmehê ya qezayên kar aşkere kir û diyar kir ku di cotmehê de 143 karkeran di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane.
|
10:10 08/11/2015 |
|
Ji ajokarên jin Leyla Bîlîç Şîmşek diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin ê MHP'î karkerên ku ne MHP'î ne lîsteyên wan amade kirine û ji kar davêjin û nirxandina "Tekane sedema derxistina me ya kar ji ber ku em ji partiyeke din in" kir.
|
09:00 20/10/2015 |
|
Berî zivistan dest pê bike, jinên li Kolîka Semsûrê dijîn dest bi amadehiyên zivistanê kirin. Welatiya 63 salî Leyla Arslan anî ziman ku her sal ava firengiyan ji bo zivistanê çedikin û wiha got: “Ava firengiyan a em bi desta çedikin ji ya hazir xweştirê û ji aliye tenduristiye ve jî baştir e.”
|
13:37 12/10/2015 |
|
Di çarçoveya çalakiya greva 2 rojan de, li Stenbolê memûr, karker û kedkar hêza xwe bi kar anîn û hilberînê dan rawestandin, xwendekar û hindekar jî dibistanan boykot kirin û gotin qatîl kîne tê zanîn ji bo jiyan bê rawestandin bang li her kesî hat kirin ku bikevin grevê.
|
14:03 21/9/2015 |
|
Li navçeya Wêranşarê operatorê kepçeyê Ahmet Salli yê avahiya dibistanê hildiweşand di bin dîwar de ma û birîndar bû.
|
09:40 18/9/2015 |
|
Li navçeya Havranê mîdîbusa ku karkerên înşatê û çandiniyê lê siwar bibûn qeza derbas kir. Di encama qezayê de 4 karker jiyana xwe ji dest da.
|
15:18 06/9/2015 |
|
Heyeta ku ji aliyê DÎSK û Sendîkaya Genel Îş a girêdayî sendîkayê ve hate avakirin dê sibehê biçe navçeya Cizîrê.
|
15:56 01/9/2015 |
|
Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê, TTB, SES û Odeya Tabîban piştî ku li Licê lêkolîn kirin li baxçeyê nexweşxaneyê dest bi nobetê kirin.
|
16:42 26/8/2015 |
|
Karsazên Silopî li hemberî îhaleya Parqa TIR'an a Îdareya Taybet ku ji aliyê Walitiya Şirnex ve tê kirin bi gazinc in. Karsazê bi navê Cangir Bilin got; "Her ku îhale ji aliyê Dadgeha Daîreya 3'emîn a Şuraya Dewletê tê betalkirin Walîtiya Şirnex careke din îhale dike û dide heman kesî."
|
09:05 13/8/2015 |
|
Li Bismîlê jin di bin germa havînê de li zeviyên firingiyan de 12 saetan dixebitin, debara malbata xwe dikin, hilberînerên ku kaseyek firingî 4 TL'î difiroşin dibêjin zirar dikin.
|
14:30 11/8/2015 |
|
Hevseroka Tum Bel-Senê ya Amedê Gulay Tekîn diyar kir ku di vê pêvajoya şer û saznekirina hikûmetê de konfederasyona wan biryar girtiye ku hevdîtinên hevpeymana giştî ya kar taloqî mehên îlon û cotmehê bikin.
|
10:25 16/7/2015 |
|
Welatiyên ku ji Rojava û Suriyeyê ji ber neçariyê hatine Tirkiyeyê di karên çandinî, înşaat û tekstîlê de bi heqdestên hêrî erzan têne xebitandin. Karkerên ku dibêjin ew di wê ferqê de ne ku di destê karsazan de bi erzanî têne şixulandin destnîşan dikin ku ji bo bikaribin bijîn jî neçarî van karan dikin.
|
13:02 12/7/2015 |
|
Karkerê înşatê Muhammet Yeşîlduman ji ser avahiya li Konakê dihat çêkirin ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.
|
08:55 10/7/2015 |
|
Rençberên li Kurdistanê ji bo çotkirina zeviyan hêsan bikin, bêyî li bereket, tenduristî û zindiyên axê baldar bin, pirêzeyên genim û ceh dişewitînin û li şûna wê pembo û garis diçînin. Her çend endezyar û pisporên axê rençberan hişyar bikin ku prêze neyên şewitandin jî, rençber ji neçarî şewatê hildibijêrin. Serokê Şaxa Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Jêhat Şengal, anî ziman ku şewat bereketa axê kêm dike û gelek zindiyên di nava axê de dikuje. Şengal, destnîşan kir ku ji bo rê li pêş şewata prêzeyan bigirin, divê kampanya hişyarkirinê bê destpêkirin û rêya çareseriyê bê nîşandan.
|
08:42 06/7/2015 |
|
Kamyoneta karkerên çandîniyê dibirin li Golmarmara bi TIR'ê qelîbî û di encama qezayê de 15 karkerên demsalî jiyana xwe ji dest dan.
|