DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

09:34 29/5/2015
 
Greva birçîbûnê ya ber Navenda Giştî ya CHP’ê didome
Karkerên taşeron ên Şaredariya Sariyerê ku ji bo xespkirina mafên xwe şermezar bikin û daxwazên xwe bînin ziman li ber Navenda Giştî ya CHP’ê dest bi greva birçîbûnê kirin di roja duyemîn de didome. Karkeran diyar kirin ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin.
09:26 29/5/2015
 
Hilberînerên titûnê ji ber kotayê hatin ber îflasê
Hilberînerên titûnê û titûnfroşê ê Semsûrê ji ber ku kota ya ji hêla dewletê daniye êdî nema karin debara xwe bikin û hatine ber îflasê. Welatiyê titûnê diçîne û debara xwe û malbata xwe bi titûnê dike Huseyîn Bîlgîç (36) diyar kir rewşa hilbirînerên titûnê ne baş e.
09:23 29/5/2015
 
Gelo li Agiriyê mamoste tên deqkirin?
Li Agiriyê derket holê ku Dozgeriya Komarê di çarçoveya lêpirsîneke 2011 û 2013’an de agahiyên nasnameyên mamosteyên zilam xwestiye û mamosteyan ev rewş wekî “deqkirin” nirxandin.
15:26 28/5/2015
 
BES'ê Wezareta Dadê hişyar kir
Endamên BES'ê li Enqer, Amed û Îzmîrê ji bo endamên xwe Selma Şen, Şaziye Ezgî Înan, Ugur Demîrtaş û Yetîş Kaya yên ku di 5’ê Hezîrena 2013’an de beşdarî greva KESK’ê bûn û derbarê wan de di 24’ê çileyê de bi daxwaza “ji karmendiya dewletê bên derxistin” sewqî dîsîplînê hatin kirin derketin qadan û bertek nîşanî vê yêkê dan. Sendîkayê diyar kir ku di şexsê endamên wan de xebatên sendîkayên tên darizandin.
10:17 28/5/2015
 
Li Edeneyê di çar mehan de 33 karker bi qezayê mirin
Li Edeneyê di 4 mehan de 33 karker di qezayan de jiyana xwe ji dest dan. Serokê Komeleya Karker û Elçiyên Kar ên Çandiniyê yê Ceyhan Edeneyê Abdulvahap Baysal, anî ziman ku ji ber dolmîşan tije karker dikin, maşine qeza derbas dikin û xwest ji bo vê yekê zagon bên amadekirin.
09:08 17/5/2015
 
Karkerên di berxwedanê de ne: CHP di gotinê de li gel karkeran e lê dema dor tê ser kar û îcratê...
Karkerên taşeronê ku di Şaredariya Sariyer a CHP'î de xebatan dimeşînin û di îhaleya ku di navbera şaredarî û KÎRÎŞ'ê de pêk hatin de ew jî daxwaza mafên xwe yên civakî û aborî kirin ji 15'ê Gulanê de dest bi berxwedanê kirin. Karker li gel êrîşên zabitayan dest ji berxwedana xwe bernadin. Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu dema ku danezana xwe aşkera kiribû di danezanê de diyar kiribû ku dê "Pergalek ku xebat bi awayekî demokrasî û wekhev be" pêk bînin. Kiliçdaroglu ji niha ve soza ku dabû karkeran ji bîr kir.
15:30 15/5/2015
 
Kedkarên tenduristiyê hikûmeta AKP'ê hişyar kirin
Kedkarên tenduristiyê çalakiya ku 5 roj berê dabûn destpêkirin bi meşekê bi dawî kirin. Serokê Odaya Bijîşkan yê Amedê Cengîz Gunay diyar kir ku eger ev mobbînga li hemberî kedkarên tenduristiyê berdawam bikin ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
14:17 13/5/2015
 
Endamên BES'ê dest bi grevê kirin
Endamên Şaxa BES'ê ya Rihayê ji bo balê bikşînin ser mafên kedkarên taşeron û salvegera komkujiya Somayê bi bîr bixin rojekê ketin grevê.
14:38 12/5/2015
 
Hemşîre: Em ne kole ne, em hemşîre ne
Endamên SES'ê li Cizîrê, Amed, Edene, Enqere, Stenbolê di çerçoveya roja hemşîreyan de daxuyanî dan çapemeniyê. Hemşîreyan bang li hikûmetê kirin ku şert û mercên xebatê baş bikin.
09:34 12/5/2015
 
Karkerên demsalî: Selahattîn Demîrtaş dê me baş fêm bike
Karkerên demsalî yên ku ji bajarên Kurdistanê tên Eskîşehîrê di zeviyên silkê de rojê 45-50 TL’î 14 saetan dixebitin û di van şertan de mecbûr dimînin bijîn. Karkerê demsalî yê bi navê Mehmet Emîn Dagbaşi ev tişt anî ziman: “Di hilbijartinan de HDP be, CHP be an jî AKP be kî dibe îxtidar em dixwazin pirsgirêkên karkerên demsalî çareser bikin. Selahattîn Demîrtaş mirovê herêmê ye ew me baş fêm bike.”
09:28 11/5/2015
 
Zebzefiroş li ber qeyranê ne
Li Rihayê zebzefiroş ji ber buhabûna zebze û fêkiyan hatine ber qeyranê. Zebzefiroşê bi navê Adil Bakiş (54) da zanîn ku ji ber ku zebze buhanbûye nayên firotin û got ku berê gel bi kîloyan dikirîn, niha jî bi graman distînin.
13:20 08/5/2015
 
Zanîngeha Dîcleyê dest dani ser diravdaniya zêdehî hezar karkeran!
Li Zanîngeha Dîcley diravdaniya zêdehî hezar karkerên bi taşeronî dixebitin ligel doza qezenc kirin 6 mehin pereyê wan nayê dayîn.
14:41 07/5/2015
 
‘AKP henekê xwe bi kedkaran dike’
Şaxa BES’ê ya Amedê ji bo balê bikşînin ser cînayetên kar, pergala taşerontiyê û binpêkirina mafên karkeran daxuyanî da çapemeniyê û ragihand ku ew ê di 13’ yê gulanê de têkevin greva birçîbûnê.
12:38 05/5/2015
 
SES’ê êrîşa li dijî bijîşk şermezar kir
Bijîşkê bi navê Onder Yaşar li Nexweşxaneya Zarokan a Zanîngeha Dîcleyê hate hînbûn ku rastî şîdeta 3 xizmên nexweşan hatiye. SES a Amedê têkîldarî mijarê daxuyanî da û şermezar kir.
14:59 03/5/2015
 
Cara 41’emîn nobeta wijdan û edelatê li dar xistin
“Malbatên Karkerên li Edaletê Digerin” di çalakiya 41’emîn a “Nobeta wijdan û edaletê” de dayika Hakan Kuruçali yê ku dema BOTAŞ’ê dixebitî jiyana xwe ji dest da Gulten Kuruçali anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe bidomîne û nirxandina “Heke pêwîst be ez ê li ber BOTAŞ’ê xwe bişewîtim” kir.
17:05 01/5/2015
 
Namzedê HDP'ê hat binçavkirin
Namzedê HDP'ê yê Stenbolê yê herêma duyemîn Salîh Şahîn di dema êrîşa polîsan a li navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê de hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku di encama êrîşên polîsan de zêdehî 300'î kes hatine binçavkirin.
16:57 01/5/2015
 
Bîrlîk çû serdana malbatên zarokên wan hatine qetilkirin
li Cizîrê di çerçoveya xebatên hilbijartinê de namzeta HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk û heyata pê re çûn serdana karker û malbatên zarokên wan ji hêla dewletê ve hatine qetilkirin.
16:24 01/5/2015
 
Cejna 1’ê Gulanê: Qedexe, binçavkirin û êrîş!
Li Tirkiyeyê bala hemû kesan li ser pîrozbahiyên 1’ê Gulanê ya Taksîmê ye, li bajarên cuda yên Tirkiyeyê jî pîrozbahiyan de karker rastî qedexe, êrîş û mudaxaleya polîsan hatin.
14:46 01/5/2015
 
Di pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya Îzmîrê de şîdeta polîsan
Sendîka, rêxistinên kedê û partiyên sivîl ên Îzmîrê xwstin li Qada Gundogdu 1'ê Gulanê pîroz bikin lê şîdeta polîsan pêk hat. Polîsan xwest ku alên YPG'ê yên di destê komekê de destser bike lê komê al nedan û polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş kir.
10:54 01/5/2015
 
Bi pasaportê ketina Taksîmê serbest e!
Piştî Qada Taksîmê ji pîrozbahiyên 1'ê Gulanê re hate qedexekirin ji seat 09'an ji welatiyên diçûn kar jî hate qedexekirin. Welatiyên li Kolana Omer Hayyam a Tarlabaşi diçûn karên xwe ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û polîsan destûr da turîstên pasaport nîşan dayîn da.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN