DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

12:08 14/9/2014
 
‘Tirkiye êdî mutefîkê Amerîkayê nîn e’
Di rojnameya Wall Strett a Journal (WSJ) a li Amerikayê tê weşandin de hate destnîşankirin ku êdî Tirkiye mutefîkê Amerîkayê nîn e
12:06 15/8/2014
 
Di malpera Qesra Spî de kampanya 'PKK'ê ji lîsteya terorê derxîne'
Di malpera Qesra Spî de, ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin, kampanyayek hat destpêkirin. Kampanya dê heya 9'ê îlonê berdewam bike û pêwîstî herî kêm bi 100 hezar îmzeyî heye. Di metna kampanyayê de tê destnîşankirin ku PKK rêxistineke leşkerî û polîtîke ku di navbera salên 1984-2013'an de li hemberî dewleta tirk ji bo mafên çandî, polîtîk û sivîl têkoşiyaye.
11:53 10/8/2014
 
Di balafira li Tehranê ketî de, 7 jê zorok 48 kes mirin
Di balafira li Balafirgeha Mehrat ya Teharê ketibû de 7 jê zarok 48 kesan jiyana xwe ji dest da.
19:03 06/8/2014
 
Piştî 40 zarokên Êzêdî mirin civaka navnetewî hişyar bû
Rêxistina Netewên Yekbûyî UNICEF piştî 40 zarokên êzîdî li navçeya Şengalê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dan, xemgîniya xwe anî ziman û nerazîbûna nîşan dan.
13:58 06/8/2014
 
NY’ê êrîşa li Şengalê şermezar kir
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser kêmaran şermezar kir û got ev sûcê mirovahiyê dikin. Konseyê, diyar kir ku ew ji rewşa bi sedhezaran kesî bifikarin.
13:50 06/8/2014
 
Parlamentera Êzdî bang kir: Alîkariyê bidin gelê min ê Şengalê
Parlamentera Kurd a Êzidî ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Daxil diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê bi gotina "la îlaha îllahah" komkujiyê li êzidiyan dike. Daxil di axaftina xwe ya li rûniştina parlamentoyê de bi rondikê çavan kir û bang li parlamentoyê kir ku pêşî li komkujiyê bigire.
14:52 31/7/2014
 
Times: Erdogan dê helwesta xwe ya otorîter bi hêztir bike
Rojnameya Tîmesê ya Îngilistanê diyar kir ku, Serokvezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, di rêya serokkomariyê de, dê li ser welat, "Helwesta xwe ya otorîter" bi hêztir bike.
13:36 31/7/2014
 
Bîlançoya Gazzeyê: Hezar û 400 kes mirin
Di şerê Îsraîl û Filîstînê de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket hezar û 400 kesî. Îsraîlê bang li 16 hezar leşkerên xwe kir ku tevli şer bibin. DYA'yê daxwaza Îsraîlê ya alîkariyê çek û pere girt rojeva xwe. Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku Îsraîl sûcê şer dike.
12:20 30/7/2014
 
RSF: Îran girtîgeha rojnamevanên jin e
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF), diyar kir ku li Îranê 65 rojnamevan di girtîgehan de ne û ji vana jî 10 jin in. RSF, destnîşan kir ku li gorî vê yekê Îran girtîgeha herî mezin a rojnamevanên jin e.
16:25 28/7/2014
 
İsraîlê di cejnê de jî êrîş kir
Di roja yekemîn a cejnê de jî êrîşên Israîlê yên li dijî Gazeyê berdewam kir.
12:42 26/7/2014
 
Suryaniyan bang derketina li hemberî DAIŞ'ê kirin
Desteya Serokatiya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB), diyar kir ku piştî çeteyên DAIŞ'ê 9’ê hezîranê Mûsil bi dest xist êrîşên li hember gelên Asûrî-Suryani-Keldanî û Kurd zêde bûne, li hember êrîş û komkujiyan bang kir da ku nûnerên gelê Asûrî û Kurd bên gel hev û têkoşîna hevpar bikin.
16:34 24/7/2014
 
Fûad Mehsûm bû serokkomarê Iraqê yê nû
Endamê buroya Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Fûad Masûm wekî serokkomarê Iraqê hate hilbijartin.
15:11 24/7/2014
 
Snowden: Hêzên navneteweyî DAÎŞ'ê afirandin
Xebatkarê berê ya CIA û NSA'yê Edward Snowden daxuya kirin ku DAÎŞ bi destê ABD, Îngiliz û Îsraîlê di bin stratejiya "Hornet's nest" (bela, kevar) hatiye bi pêş xistin.
19:06 23/7/2014
 
Li Tayvanê balafir qeza kir: 51 kes mirin
Li Tayvanê dema balafireke rêwiyan daket balafirgehê qeza derbas kir, 51 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.
14:56 23/7/2014
 
Komkujiya İsralê didome
Di demeke ku di navbera İsraîl û Hamasê de agirbest bê îlankirin hewldan hene de İsraîl jî êrişên xwe yên Gazzeyê didomîne. Hat diyarkirin ku hejmara kesên li Gazzeyê jiyana xwe ji dest dane derket ser 600’î û di operasyonê de heya niha 29 leşkerê İsrailê jî hate kuştin.
23:55 17/7/2014
 
Li Ukrayna balafira Malezyayê ket 295 kes mirin
Li rojhilatê Ukrayna, herêma Donetsk balafira Malezya ya 295 rêwî têde bûn ket. Hemû kesên di balafirê de jiyana xwe ji dest dan.
12:54 09/7/2014
 
Di têkoşîna axê de 147 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Hondurasê, di navbera dewlet û rençberên ku axa ku rençberan dagir kiriye de gelek caran şer û pevçûn qewimîn. 4 sal in di navbera rençber û hêzên ewlehiyê yê dewlê pevçûn didomin û karkerekî din jî hat kuştin. Li Hondurasê di sala 2009'an heta niha di têkoşîna axê de 147 kesan jiyana xwe ji dest dane.
11:18 07/7/2014
 
Îsraîlê 7 Filîstînî qetil kirin
Di êrîşa hewayî ya artêşa Îsraîlê ya li hemberî herêma Gazzeyê de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. HAMAS'ê, diyar kir ku di êrîşê de 4 kes jî birîndar bûn.
10:23 03/7/2014
 
Bijîşkên Sînor Nenas: Ebola ji kontorê derket
Hate îdîakirin ku, virusa Ebolayê ku li Başûrê Afrîkayê li welatên herî xizan derketiye holê û heta niha ji ber wê nêzî 500 kesan jiyana xwe dest daye, ji kontrolê derketiye.
12:26 01/7/2014
 
Amerîkayê careke din leşker dişîne Iraqê
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) piştî ku rêxistina Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) gelek herêmên Iraqê dest xistin, hejmara yekîneyên leşkerî û alavên şer ên dişîne Iraqê zêde dike. Hat ragihandin ku DYA'yê biryara li gel 300 şêwirmendên leşekerî yekîneyeke leşkerî ya ji 300 kesî bişîne Bexdayê.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN