DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

15:25 12/2/2015
 
Heyeta PYD û YPJ'ê Charlîe Hebdo ziyaret kir
Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah û heyeta pê re ku li Fransayê hevdîtinên xwe didomîne, navenda kovara Charlîe Hebdo a ku rastî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hat û 12 kesan jiyana xwe ji dest dabû ziyaret kir.
14:15 11/1/2015
 
5 zarok li Şamê 6 penaberên Sûriyeyî jî li kampê ji ber sermayê mirin
Li Sûriyeyê welatiyên ku ji ber şer ketin li ser riyan ji wan 6 kes li kampê ji sermayê, 5 zarok jî bi heman awayî li Şamê jiyana xwe ji dest dan.
00:45 01/1/2015
 
Pîrozbahiyên sersalê bi xwînê sor bû
Di pîrozbahiya sersalê ya li Bajarê Şangaya Çînê de îzdîham derket. Di îzdîhamê de herî kêm 35 kesan jiyana xwe ji dest dan û 42 kes jî birîndar bûn. Li Taylanê jî 58 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.
13:53 16/12/2014
 
Di êrîşa Talîbanê de hejmara miriyan 100'î derbas bû
Li bajarê Peşaverê ya Pakistanê di encama êrîşa Threek-î Pakistanê de hejmara kesên hatin kuştin bû 104.
10:05 11/12/2014
 
Kizil: Armanca me ya yekemîn danisîna Kurdistanê ye
Komeleya Çanda Kurdan a Japonyayê ya ji aliyê kurdên li Japonyayê dijîn ve hate avakirin bi xebatên dike kurdan ji hikûmeta Japonyayê û raya giştî ya Japonyayê re dide nasîn û bi taybet piştî berxwedana Kobanê û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengalê di medyaya Japonyayê de kurd û Kurdistan bêtir cih girt. Berdevka Baskê Jinan a Komeleyê Serpîl Kizil diyar kir ku armanca wan a sereke kurd û Kurdistanê ji gel û hikûmeta Japon re bidin nasîn.
14:54 10/12/2014
 
'Ji penaberên ketin rêya hêviyê' 3 hezar û 400 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di sala 2014'an de 3 hezar û 419 penaberên ku xwestin bi riya behrê derbasî ewrupayê bibin di behrê de fetisîn.
13:47 08/12/2014
 
Li Hindistanê jin li dijî tecawizê derketin qadan
Li Hindistanê bi armanca ku taksiyên kontrola peykê bi ewle ne, jina ku lê siwar dibe rastî tecawiza şofêr tê. Ji bo şermezarkirina bûyerê jin daketin qadan.
14:59 02/12/2014
 
HRW: Divê Tirkiye mayinan paqij bike
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) di rapora xwe de daxuyand ku welatiyên ji Kobanê tên li aliyê Tirkiyeyê ji ber mayinên ku hatine çandin jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin, ji ber vê yekê bangawaziya Tirkiyeyê kir ku mayinan paqij bike.
23:19 28/11/2014
 
Li Nîjeryayê di teqîna mizgeftê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan
Li Bajarê Kano ya Nîjeryayê di mizgefta herî meniz de, di dema nimêja înê de sê teqîn pêk hatin û bi dehan kes birîndar bûn.
12:48 12/11/2014
 
Têkoşîna Kobanê di rojeva cihanê de ye
Têkoşîna Kobanê di rojeva cihanê de ye Nûçegihanê Rojnameya Independentê ya îngîlizî Patrick Cockburn got ku nîşaneye piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo çeteyên DAIŞ’ê “destûrdayîna Tirkiyeyê ji bo derbasbûna endamên rêxistinê ya Sûriyeyê ye” vê carê jî li çiyayê Qendîlê bi Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik re hevpeyvîn kir. Cockburn gotina Bayik a “Em ê Kobanê biparezin” kir sernavê nûçeya xwe.
18:22 10/11/2014
 
Li Iraqê 188 bombe hatin bêbandorkirin
Di xebat û operasyonên hêzên ewlekariyê yên Iraqê de 188 bombeyên ji teqandinê re amade bûn hatin bêbandorkirin.
10:33 10/11/2014
 
Piştî dîwarê Berlinê hat hilweşandin kavilê wî bêtir bi qîmet bû
Dîwarê Berlinê 25 sal berê hilweşiya. Lê perçeyê kavilê ku li pey dîwar mane, bi 7 hezar Euro ye.
12:51 22/10/2014
 
‘Êzdî li Şengalê bi xetereya komkujiyê ya DAIŞ’ê re rû bi rû man’
Neteweyên Yekbûyî (NY) bersiv da daxwazên ku êzdî li Şengalê bi xetereya komkujiyê ya DAIŞ’ê re rû bi rû man û bila raya giştî ya cihanê vê yekê nas bike û da xuyakirin ku li dijî êzdiyan delîlên xurt ên xetereya komkujiyê heye.
10:02 13/10/2014
 
Li Afganistanê çalakî ji bo Kobanê pêk hat
Li bajarê Kabulê yê Avganistan hejmarek ji xelkên wê, ji bo pişgiriya li berxwedana Kobanê dest bi xwepêşandanekê kirin.
11:37 11/10/2014
 
Hejmara kesên ji ber Ebolayê mirine gihişt 4 hezar kesan
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir ku hejmara kesên ji ber Ebolayê jiyana xwe ji dest dane gihiştiyê 4 hezarî. Bûyerên mirinê herî zêde li welatên Efrîqayê yên wekî Lîberya, Sîerra Leone û Gîneyê tên dîtin.
15:17 01/10/2014
 
Têkoşîna jinan a niha jiyana Jabbariyê rizgar kir
Li Îranê jina bi navê Reyhaneh Jabbarî bi hinceta ku sîxurê berê yê ku tecawizê wê kiriye û ew kuştiye cezayê daliqandinê lê hatibû birîn û divê duh bihata îdamkirin. Lê di serî de jin û hemû cihanê de kampanya hate destpêkirin û îdam hatiye taloqkirin. Îranê niha dev ji daliqandina jina ku xwest xwe li hemberî tecawizê biparêze û bi salan e di girtîgehê de li benda daliqandinê ye berde.
15:59 29/9/2014
 
Îdiaya DAIŞ'ê Bexda dorpêç kir
Piştî agahiyên koalîsyona li dijî DAIŞ'ê duh li Iraq û Sûriyeyê mewziyên çeteyên DAIŞ'ê bombebaran kirin, DAIŞ'ê taktîk guherandiye û Bexda dorpêç kiriye. Li gorî nûçeya ji malpera UKNewsê hatiye weşandin DAIŞ kîlometreyek û nîv nêzi Bexdayê bûye.
14:21 18/9/2014
 
Skoçyayî ji bo serxwebûnê çûn ser sindoqê
Skoçyayî ji bo referandûma serxwebûnû ku dixwazin ji Brîtanyayê cihê bibin serê sibê ji bo dengan kar bînin çûn ser sindoqan. Deyndayîn wê li gor saeda Tirkiyeyê saet di 24.00'an dê wê dawî bibe.
12:56 18/9/2014
 
Navê welatên ku piştgiriyê didin koalîsyona li dijî DAIŞ’ê hate aşekerakirin
Dewletê Yekbûyî ya Amerîkayê lîsteya ku navê 38 welatên di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de soza alîkariya leşkerî û alîkariya mirovî dane cih digirin aşkera kir. Di lîsteyake Tirkiye cih nagire de hin welatan jî xwestin navên veşartî bimîne.
12:56 15/9/2014
 
NYT: Rayedarên hikûmeta tirk di petrola DAIŞ’ê de rantê digirin
Rojnameya New York Tîmes ya li Amerîkayê tê weşandin di nûçeya xwe de da zanîn ku ji hatina pertolê ya DAIŞ’ê gelek rayedarên hikûmeta tirk jî sûde werdigirin û li pey rantê ne.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN