ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
* Kordînatorê RSF'ê yê Almanyayê Christian Mihr, têkîldarî qutkirina înternetê ya li bajarên kurdan diyar kir ku ragihandina mobîl, a înternetê niha gelekî girîn e û wiha axivî: "Ji ber vê yekê jî vî qutkirinê em li dijî azadiya çapemeniyê wekî darbe dinirxînin."
* Helbestvan Ahmet Tellî bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê da û diyar kir ku gelê kurd êdî xwedî hêzek mezin e, dê di demek nêz de van êrîşan bi têkoşîna xwe ya serkeftî bê encam bihêle.
* Lêkolîner-nivîskar Tarhan Erdem diyar kir ku li Tirkiyeyê demokrasî tuneye û divê ev ji gel re vegotin û wiha axivî: "Ev demokrasiyekî çawa ye? Li Tirkiyeyê demokrasî tuneye."
* Şaredariya CHP'ê ya Çukurovayê ligel biryara dadgehê jî partak ku daye şîrketek taybet vala kir, gelê herêma jî dixwaze ku şardarî li gorî biryara dadgehê tevbigere.
* Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya 2 mehin di bin tecrîda giran de tên girtin. Birayê Zana Kaya Musa Kaya, diyar kir ku birayê wî di bin tecrîda giran de ye û rojnameya Cumhuriyetê jî nadin wan.
* Jinên ku li Hatayê hinaran kom dikin û tirşa hinaran çêdikin yek bi yek ji baxçe kom dikin û heb bi heb paqij dikin. Piştî paqij dikin bi kedek mezin tirşê çê dikin û pêşkêşî sifreya hezaran dikin.
* Parlamentera Partiya Kesk a Îngîltereyê û endama Parlamentoya Ewropayê Julie Ward diyar kir ku hevdîtinên wan ên li Amed û Mêrdînê gelek tişt nîşanî wan dane û Tirkiye di serdema modern de paşketinek mezin jiyan dike.
* Li gundên ser sînorê navbera Hatay û Sûriyê ku 5 salin şer didome, welatiyên herêmê ligel şerê dijwar têkoşîna jiyanê didin û di bin şer de debara xwe dikin.
* Endamê Parlamentoya Ewropayê û Parlamenterê Alman Klaus Buchner, da zanîn ku Tirkiye dikare bi pêşengiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji şerê ku ji ber polîtîkayên AKP'ê tê jiyîn xilas bibe lê hikûmeta AKP'ê ji vê re ne amade ye.
* Baxçeyên Paşabagî yê sal 12 meh çandinî û çotkarî lê tê kirin, ji aliyê şaredariye ve tê astengkirin. Serokê Teşkîlata Parastina Mal ên Cotkara û Avdaniya Paşabaxi Adnan Felhan diyar kir ku şaredarî destûr nade welatî li baxçeyan çotkariyê bikin.
* Li Foçayê ji ber ava qirêj ber dida behrê qirêjî derdiket holê, niha jî li Dîkîlî Çandarliyê ev pêkanîn derkt holê. Ji ber ava parzînkirinê ya li nêzî sîteya Alkoru ya taxa Çandarli ber didin behrê qirêjî tê jiyîn.
* Girtiyê bi navê Hanîfî Kuzu yê li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê dimîne û ev 2 salin di hucreya yek kesî de tê girtin di dijî pêkanînên keyfî û bêhiqûqî yên rêveberiya girtîgehê ev 53 rojin di greva birçîbûnê de ye. Kuzu banga hestiyariyê li raya giştî kir.
* Welatiyên Şirnexê ku sê car in ji ber zordariya dewletê koçber dibin li gel her cureyê êrişan jî axa xwe naterikînin û li wargeha ku ji bo kurdên Êzdî hatibû çêkirin li ber xwe didin.
* Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan cara 403'yemîn dê bi şîara "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li Amed û Êlihê çalakiya heftane li dar bixin. (12.00)
* Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Wanê dê li Kolana Hunerê binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar bikin. (11.00) BI DÎMEN E
* Rêxistina HDP'ê yê Edeneyê dê li Parta Înonuyê binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar bikin. (11.00)
* Dayikên Şemiyê di hefteya 605'emîn de li Qada Galatasarayê dê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin çalakî li dar bixin. (12.00) BI DÎMEN E
* Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo balê bikişîne li ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 240'emîn de çalakiya Tîpa F li ber lîseya Galatasarayê li dar bixin. (13.30) BI DÎMEN E
Girtina TV 10 dê li Qada Galatasarayê bi daxuyaniyê bê şermezarkirin. (14.00) BI DÎMEN E
* Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ji bo aqûbeta kesên ku hatine windakirin û qetilkirin bi şîara "Bila winda bê dîtin kiryar bê darizandin" li ber Sumerbanka Kevn a Konakê çalakî li dar bixin. (13.00)
POLÎTÎKA
* Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê û Berpirsê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku ji ber polîtîkayên Erdogan ên zextan, polîtîkaya wî ya derve û hundir zirar dibîne û wiha got: "Polîtîkayên Tirkiyeyê yên li derve ji aliyê Erdogan ve hatine qedandin. Polîtîkayên Erdogan ên li Rojhilata Navîn dê polîtîkayên li derve binbixîne."
* HDK dê li Navenda Giştî ya Tum Bel Sen'ê kongreya xwe ya Enqereyê li dar bixe. (12.00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş dê ji bo şermezarkirina xespkirina îradeya gel li avahiya DBP'ê ya Yenîşehîrê xîtabî gel bike. (11.00)
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag dê li Salona Konferansê ya Sultan beşdarî civîna gel a li ku ji aliyê Rêxistina HDP'ê ya Başakşehîr a Stenbolê bê lidarxistin bibe. (18.00) BI DÎMEN E
JIN
* Jinên Antalyayê bertek nîşanî êrîşên artêşa tirk yên li hemberî Rojava dan û diyar kirin ku Tirkiye di rastiyê de êrîşî Şoreşa Jinan a li Rojava dike û ew ê bi ruhê serhilfana Kobanê Rojava biparêzin.
* Jinên rojnameger ên li Îzmîrê bertek nîşanî zextên li ser çapemeniyê dan û banga bilinkirina têkoşînê li hemû kesî kirin.
* Kongreya Jinên Azad binçavkirina Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata û serdegirtina polîsan a avahiya komeleyê dê li avahiya KJA'yê ya li navçeya Peyasê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (10.00) BI DÎMEN E
ÇAND Û HUNER
* Derhêner Ezel Akay diyar kir ku bi OHAL'ê re zimanê çapemeniyê yê cudakariyê zêdetir bûye û tekane dermanê otosansurê rêxistinbûn e.
* Yek ji pêşengên helbesta modern a kurdî Arjen Arî yê ku di 30’ê cotmeha 2012’an koça xwe yî dawî kir, bi afirandina ziman û nasnameya xwe yî helbestî, piştî Cegerxwînî yek ji wan helbestkarên kurd e ku, cawekî netewî li helbesta kurdî ya modern kiriye.
SPOR
* Kluba Amedsporê binçavkirina Hevşaredarên BAjarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli dê li Sumer Parkê bi daxuyaniyê şermezar bike. 11.00