Yuksekdag beyî beşdarî rûniştinê bibe hat darizandin
 
								
							25 Cotmeh
									
										14:09
										2016
									
								
ENQERE (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji ber di dema lêpirsînê de îfade neda di doza ku hat vekirin de bêyî ku tevlî bibe hat darizandin.
Derbarê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de ji ber roportajek dabû Deutsche Welle derbarê wê de bi hinceta "propagandaya rêxistinê kiriye"  doz hat vekirin û li 13'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin.
Ji ber Yuksekdag di dema lêpirsînê de îfade neda û tevlî daneşîna dozê nebû parêzerên wê doz şopandin. Heyeta dadgehê, biryara pejirandina îdanameyê xwend û ji bo wext ji parêzeran re bê dayîn doz taloqî 22'yê Midarê kir.
(mb)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							