Girtiya nexweş Çapraz nehat berdan
 
								
							COLEMÊRG (DÎHA) -2'emîn rûniştina doza Endama Meclisa Giştî ya Colemêrgê Sibel Çapraz hat dîtin. Dadgehê  Çapraz berneda û rûniştin taloqî 29'ê Mijdarê kir.  
2'emîn rûniştina doza Endama Meclisa Giştî ya Colemêrgê Sîbel Çapraz a li navçeya Geverê ya Colemêrgê, di gulebarana maşîneyê zirxî de birîndar bûbû û piştre hatibû girtin, li Dadgeha Cezayên Giran a Geverê hat dîtin. Çapraz a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê ye û bi îdîaya "endama rêxistinê ye" û "gel tehrîkê dijmintiyê dike" bi pergala SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina dozê bû. Ligel parêzerên Çapraz xizmên wê jî beşdarî rûniştinê bûn. 
Şahid: Di çalekê de îfadeya me girtin
Çapraz di serî de axivî û got ku her kes dizane ew bi kijan karî re mijûl dibe û ji ber vê yekê jî sûcên diavêjin se wê qebûl nekir. Şahidêbi navê A.B. ê derbarê Çapraz de îfade dabû jî bi pergala SEBÎS'ê beşdarî rûniştînê bû û diyar kir ku polîsan bi darê zorê îfadeya wî girtine. A.B. destnîşan kir ku polîsan li taxa Cumhuriyetê piştî ew avêtine çalekê xwelî di ser wî de kirine û bi vî rengî îfade ji wî girtine. 
Herî dawîn parêzerên di rûniştinê de axivîn jî bal kişandin ser tenduristiya Çapraz û tehliye xwestin. 
Şandeya dadgehê piştî navberê biryar da û li ser daxwazkirina rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) Çapraz tehliye nekir û rûniştin taloqî 29'ê Mijdara 2016'an kir. 
(gka-svd/mae) 

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							