Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
 
								
							25 Cotmeh
									
										11:23
										2016
									
								STENBOL (DÎHA) - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin carekdin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Tê payîn ku di saetên şevê de bersiv ji serlêdana parêzerên Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Mazlum Dînç bê dayîn.
Serlêdanên parêzeran ên ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha bi hincetê cuda hatin redkirin. Piştî darbeya 15'ê Tîrmehê 49 serlêdanên parêzeran bi hinceta OHAL'ê hatine redkirin.
(mb)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							