Têl rabûn lê qedexe ranebû
 
								
							24 Cotmeh
									
										16:25
										2016
									
								MÊRDÎN (DÎHA) - Li navçeya Nisebînê ya Mêrdînê têlên ku li dora taxan pêçane li kolenekê rakirin, lê qedexe ranekirin û destûr nadin welatî biçin taxê. 
Li navçeya Nisebînê ya Mêrdînê qedexeya li ser 6 taxan berdewam dike. Her çend zêdeyî 5 mehan e şer bi dawî bûye jî hêj qedexe û dorpêça li ser 6 taxan berdewam dike. Qedexeyên li taxên Kanîka, Elîka, Şehît Gelhat û Koçera berdewam dike û destûr nadin welatî biçin tax û kolanên xwe. Îro têlên kolana Sûkê ya taxa Kanîka rakirin, lê qedexa li ser taxê ranekirin. Malbatê ku xwestin bikevin taxê polîsan destûr neda û êrîşî gel kirin. Malbat û gel li hemberî hemû astengiyên polîsan li bendê ne ku, têl bên rakirin û bikevin taxê. 
(kom/mae) 

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							