Qeyûmên cerdevan tayînî şûna DBP'ê kirin
 
								
							24 Cotmeh
									
										16:17
										2016
									
								AMED (DÎHA) - Waliyê Amedê qeyûmên cerdevan tayînî şûna endamê meclîsa Şaredariya Pasûrê yên DBP'î kirin. 
Endamên Meclîsa Şaredariya Pasûrê yên DBP'ê 2 meh berê hatibûn girtin û li şûna wan qeyûm hat tayînkirin. Waliyê Amedê li şûna endamên meclîsa şaredariyê yên DBP'î qeyûmên cerdevan tayîn kir. Di 5'ê Îlonê de endamên meclisa DBP'ê Zulkuf Zengin û Zeycan Zengin hatibûn girtin û hêj girtî ne. Walîyê Amedê li şûna endamên meclîsê yên DBP'ê ji cerdevanê gundê Totanê Norşin Çiçek, ji cerdevanê gundê Şeyh Hemze jî Vezir Yeprem wekî qeyûm hatin dayînkirin. 
(mae)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							