Êrîşên li dijî gundên Şengalê hatin şikandin
 
								
							NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Êrîşa ku  serê  sibê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li ser gundên Şengalê  pêk hat hatin şikandin. 
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî  gundê Şengalê ku serê sibehê pêk hat hatin şikandin. Çeteyên DAIŞ'ê serê sibehê bi 5 aliyan ve  êrîşê gundê Werdiye kirin û derdora gundê Girê Şine şer giran bûbû. Di encama berxwedana pêşmerge û bi alîkariya balafirên koalîsyonê êrîşên çeteyan hat şikandin. 7 çete hatin kuştin û 3 pêşmerge jî birîndar bûn.
 
Di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de, li gel  dozerek  û wesayitek zirxî hêjmarek zêde çek û cebilxane ketin destê hêzên pêşmergeyan.
 
Li aliyê din de, ew êrîşên balafirên koalisyonê li derdora gundê Til Îzer li ser karwanê çeteyên DAIŞ’ê dayî destpêkirin de 12 wesayit hatin rûxandin. Girêdayî windahiyên çeteyên DAIŞ’ê dayî de  agahî ne hatin bi destxistin.
 
(sa)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							