Nûnerê Obama Mcgurk çû Başûr
 
								
							NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Piştî ku Wezîrê Parastinê yê DYA'yê  Ashton Carter li başûrê Kurdistanê û Iraqê hin hevdîtin pêk anî vê carê jî Nûnerê Serokdewletê DYA'yê Barack Obama Breet Mcgurk çû Başûr.
Piştî ku Wezîrê Parastinê yê DYA'yê  Ashton Carter li başûrê Kurdistanê û Iraqê hin hevdîtin pêk anî vê carê jî Nûnerê Serokdewletê DYA'yê Barack Obama, Breet Mcgurk ji bo hin hevdîtinan li Iraq û başûrê Kurdistanê hin hevdîtin pêk anî.  Têkîldarî hevdîtinên Mcgurk, endamê Polîtburayo YNK'ê Sedî Ehmed Pîre  agahî da RojNewsê.  Pîre wiha got: "Me di civîna li gel Mecgurk de hemû pirsgirêkên  Iraq û Herêma kurdistanê nîqaş kirin."
 
Sedî Ehmed  di berdewamê de ev agahî da: “Di civînê de ji Breet Mecgurk diyar kir ku divê kurd li hemberî rewşa li herêmê heyî, yekbûna xwe çêkin û diyar kir ku Washînton ji ber rewşa erênî ya dinavbera Hewlêr û Bexda di şerê dijî DAIŞ’ê de kêfxweş e.”
 
(sa)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							