Sergîn ji bo zivistanê tên amadekirin
XARPET (DÎHA) - Sergînên ku zivistanê ji bo germ bin tê bikaranîn ji ber ku xwazeyî ye û bêpereye ji bo gundan tiştekî jêneger e. 
Malbata Temel a ku li gundê Xolvenk a Xarpêtê dijîn ji berê heta niha sergînan çêdikin. Sergînên ku ji bo pêxistina tenduran û zivistanê wekî sotemenî tê bikaranîn ji bo gundan tiştekê jêneger e. Hemû malbatên ku sewalkariyê ve mijûl dibin  ji niha ve sergîna çêdikin û ji bo zivisatnê tê komkirin. 
Hem xwezayî ye hem jî erzan e 
Ji gundiyan Zeynel Temel (65) diyar kir ku sergînan bi taybetî ji bo sotemeniyê, çêkirina xwarinê, tenûrê bi kar tînin.  Temel anî ziman ku zivistanê wekî sotemenî bi kar tînin û ji bo vê yekê jî ji havînê pêve  rêxa sewalan km dikin. Temel got ku ji ber ku hem erzan hem jî xwezayî ye sergîn gelekî tê bikaranîn. 
(sa)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							