Li Kerkûkê taxa Nîda ji çeteyan hat paqijkirin
 
								
							23 Cotmeh
									
										19:19
										2016
									
								KERKÛK (DÎHA) - Hêzên Pêşmerge piştî pevçûnan serê sibê destpê kirîn taxa Nîda a Kerkûkê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kir.
Di çarçoveya operasyona Mûsilê de pevçûnên ku li taxa Nîda ya Kerkûkê di navbera hêzên Pêşmerge û çeteyên DAIŞ'ê de derketî bi paqijkirina çeteyan bi dawî bû. Li hin taxên Kerkûkê îro carek din di navbera çeteyan û Pêşmergeyan de pevçûn derketin. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê yên ku li ser avahiyeke li taxa Nîda bi cih bûbûn bê bandor hatin hiştin peyçûn jî bi dawî bûn. 
(no)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							