Bajarokê Hemdaniyê bi temamî hat rizgarkirin
 
								
							23 Cotmeh
									
										15:40
										2016
									
								NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Di piştî operasyona Mûsilê bajaroka Hemdaniyê ku dikeve bakurê Mûsilê hat rizgarkirin. 
Operasyona Mûsilê ku bi hemû hêza xwe berdewam dike hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê pêşde diçin. Li gorî nûçeya ROJNEWS'ê hat diyarkirin ku hêzên operasyonê bajaroka Hemdaniyê ji çeteyan paqijkirine û bi temamî ketiye bi kontrola wan. Bajaroka Hemdaniyê ku dikeve bakurê Mûsilê, piraniya gelê wê Xirîstiyanin û îro di encama şerek dijwar de hat rizgarkirin. Yek ji fermandarên Artêşa Iraqê Riyaz Celal diyar kir ku bajarokê Hemdaniyê ketiye bin kontrola wan.
(mb)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							