Li Kerkûkê şer ji nû ve dest pê kir
 
								
							23 Cotmeh
									
										12:06
										2016
									
								NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)-  Li taxa Nîda ya Kerkûkê di navbera hêzên ewlekariyê û çeteyên DAIŞ’ê de şer rû da. 
Li Kerkûkê roja borî piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî bajar kiribûn şer qewimîbû. Li bajar  hate hînbûn ku şer dîsa dest pê kiriye. Li gorî agahiyan  li taxa Nîda ya bajarê Kerkûkê dîsa di navebera hêzên ewlekariyê û çeteyên DAIŞ’ê de şer diqewime. 
 
(sa)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							