Wezîrê Parastinê yê DYA'yê li Hewlêrê ye
23 Cotmeh
									
										11:30
										2016
									
								NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Ashton Carter piştî serdana xwe ya Bexda,  çû Hewlêrê
Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yê  Amerîkayê (DYA)  Ashton Carter duh serdana Bexda kir û bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re hevdîtin pêk anî. Carter  piştî serdana Bexdayê derbasî Hewlêrê bû û li vir ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
 
Li bendê ye ku Carter li gel rayedarên Herêma Kurdistanê ku di nav de Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî jî heyî hevdîtin bike û der barê oprasyona rizgarkirina Mûsilê de guftûgo bikin.
(sa)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							