Baroya Rihayê rêveberiya nû diyar dike
23 Cotmeh
									
										11:12
										2016
									
								RIHA (DİHA) - Baroya Rihayê ji bo ku rêveberiya xwe ya nû diyar bike kongreyê pêk tîne.
Parêzerên Baroya Rihayê piştî 33'emîn Civîna Asayî ya Lijneya Giştî ya Baroyê îro ji bo hilbajartina Serokê Baroyê çûn ser sindoqan. Hilbijartin di seet 09.00'an de dest pê kir. Baroya Rihayê bi lîsteyên parêzer Serdîl Îzol û parêzer Ahmet Tuysuz amedekirîn ket hilbijartinê. 
 (mp-bi)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							