Gelek leşker sewqî herêma operasyonê kirin
COLEMÊRG (DÎHA) - Li Şemzînanê bi helîkopteran gelek leşker sewqî herêma Garê ya operasyona leşkerî hatibû destpêkirin kirin. 
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê gelek leşker sewqî herêma Garê ya 2 roj berê niha operasyona leşkerî hatibû destpêkirin kirin. Sewqiyata leşkerî bi helîkopteran pêk hat û herêm ji qereqolên derdorê ve jî tê topbarankirin. 
Her wiha heron jî li herêmê keşfê dikin. 
(gka)

			
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							