Li Antalyayê 3 kes hatin binçavkirin
								
							19 Cotmeh
									
										10:55
										2016
									
								ANTALYA  (DÎHA) - Di serdegirtinên malan ên Antalyayê de 3 kes hatin binçavkirin.
Li Antalyayê di saetên serê sibê de polîsan bi ser malan de girtin û 3 kes binçavkirin. Di serdegirtinan de Berdevkê MEYA-DER'ê Ziya Yuce, endamê MEYA-DER'ê Ramazan Bîlen û aktîvîsta KJA'yê Berîtan Akalin hatin binçavkirin. 3 kesên ku sedema binçavkirina wan ne hat zanîn birin Midûryeta Polîsan a bajar.
Malbatên ku çûn midûryetê û xwestin derbarê kesên binçavkirî de agahî bigirin, hat diyarkirin ku midûryetê gotiye ku heta 5 rojên wan ên dibin çavan de neqede dê nikaribin agahiyekê bistînin.
(mb)

			
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							