Qedexeya li ser 14 gundên Amedê bi dawî bû
								
							19 Cotmeh
									
										09:38
										2016
									
								AMED (DÎHA) - Li 14 gundên Amedê qedexeya du roj berê hatibû îlankirin bi dawî bû. 
Li 14 gundên navçeyên Licê, Hezro û Karaz ên Amedê “qedexeya derketina kolanan” a di 17’ê cotmehê de ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatibû îlankirin, bi dawî bû. Di rojên qedexeyê de helîkoptêran çoltera gundan bombe kiribû û ji ber ve şewat derketibû. Li der û dorên gundan leşker hatibûn bicihkirin û zextan li ser welatiyên heremê zêde bûbûn. 
(bg/mae)

			
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							