Polîsan bi ser HDP û DBP'ê de girtin
18 Cotmeh
									
										15:31
										2016
									
								COELMÊRG (DÎHA)-  Polîsan li Colemêrgê bi ser avahiyên DBP û HDP'ê de girtin. 
Li Colemêrgê polîsan bi awayekî hemwext bi ser avahiyên HDP û DBP'ê de girtin. Polîsan dema civîna gel a  têkîldarî kongreya DBP'ê ya 25'ê cotmehê li avahiyê hebû bi ser avahiya DBP'ê de girtin. Parlamenterê HDP'ê Nîhat Akdogan li hemberî serdegirtinê nerazîbûn nîşan da.  Polîsan biryara lêgerînî nîşan dan û kontrola nasnameyan kirin. Kolana ku avahiya DBP'ê li wir e ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.
Li avahiya HDP'ê jî lêgerîn didome. 
(sa)

			
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							