Gundên Şehbayê tê bombebarankirin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Hêzên artêşa tirk  û çeteyên DAIŞ`ê gundê Um-Hoş û Um- Qura yên herêma Şehba topbaran dikin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA)  artêşa tirk  û çeteyên DAIŞ`ê rojhilatê bajarokê bi şev Mare gundê Um-Hoş û gundê Um-Qura yên girêdayî Ezazê ya herêma Şehba topbaran dikin. Li gorî agahiyan Hêzên Şoreşger bersiv dane êrîşan û şer heta serê sibehê berdewam kiriye. 
Topbarana çeteyên DAIŞ`ê û artêşa tirk a li dijî  gundê Um-Hoş û Um-Qura didome.
(sa)

			
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							