Çalakiya rûniştinê di roja duyemîn de ye
AMED (DÎHA) - Rêxistina DBP'ê ya Amedê bi armanca qirkirina siyasî û binçavkirina endam û rêveberên DBP û HDP'ê şermezar bike di roja duyemîn de çalakî pêk anî.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Amed, bi armanca operasyona qirkirina siyasî û binçavkirinên endam û rêveberên HDP û DBP'ê şermezar bike di roja duyemîn de çalakiya rûniştinê pêk anîn. Endam û rêveberên HDP û DBP'ê li ber avahiya DBP'ê ya Amedê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Polîsan bi maşîneyên zirxî dora avahiya DBP'ê dorpêç kir û xwest çalakiyê asteng bike. Polîsan çalakger hişyar kir û got ji ber we bi riya medyaya çivakî banga tevlêbûnê kiriye "Çalakiya we dijzagonî ye" û destûr nadin. Wekîla HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca bertek nişanî helwesta polîsan da û diyar kir dê çalakiya xwe pêk bînin. Piştre komê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Di çalakiya rûniştinê de endam û rêveberên DBP, HDP, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Wekîlê HDP'ê Ziya Pir û Feleknas Uca amade bûn. Komê saetekê bê deng çalakiya rûniştinê pêk anî û binçavkirin şermezar kr.
Kom piştre bi tilîlî û dirûşmeyan dawi li çalakiyê anîn.
(mae)