Bi maşîneyan zirarê didin avahiyên xisar nedîtine
ŞIRNEX (DÎHA) - Li Şirnex a ku beriye çend mehan daxuyaniya "operasyon bi dawî bû" hat dayîn jî li aliyekî qedexe didome li aliyê din ji hilweşandin didome. Piştî pevçûnan ji bo avahî û kargehên ku xisar nedîtine jî vê carê wan bi maşîneyên kar ve zirarê didin.
Li navenda Şirnexê di 14'ê Adarê de "qedexeya derketina derve" hat îlankirin û ji bo 7 mehên xwe temam bike roj name. Êrîş û hilweşîna bi qedexeyê re destpê kirin berdewam dike. Di 3'ê Hezîranê de ligel daxuyaniya "operasyon bi dawî bûn" lê hêjî hilweşandina mal û cihên kar berdewam dike.
Hilweşîn bi taybet li taxên Bahçelîevler, Dîcle, Cumhuriyet û Yenî ên ku bi maşîneyan a mal û cihên kar didome. Yek ji taxên ku hilweşîn lê zêde ye taxa Yenî ye û welatiyên ku malên wan tên hilweşandin dema ji bo amûrên xwe derxînin diçin ber malên xwe rastî astengiyên hêzên dewletê tên.
Welatiyên ku ji bo amûrên xwe derxînin tên taxê ji aliyê polîsan ve bi gotina "qedexeya derketina derve heye" tên binçavkirin.ji ber ku destûr nayê dayî n welatî amûrên xwe derxînin mal bi amûran re tên hilweşandin û kêrî karekê nayên.
Li aliyê din hêsinên ku ji xirabeyên malan tên derxistin piştî li gelek cihan tên komkirin û ji fabrîkaya Hêsin a Edeneyê re tê şandin. Li gorî agahiyên welatiyan dane, taxa ku di pevçûnan de xisar ne dîtiye, piştî pevçûnan bi hilweşandinan re hemû hatine xirakirin. Welatiyan da zanîn ku piştî pevçûn bi dawî bûn, malên taxên ên ku xisar ne dîtine, bi wesayîtên kar hatin xirakirin.
(mb)