Qada qatlîama 10'ê Cotmehê di dorpêçê de ye
ENQERE (DÎHA) - Qada qatlîama 10'ê Cotmehê ya ku li dijî mirovên ku ji bo Mîtînga Aştiyê pêk hat ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Ji bo bîranînê destur nayê dayîn ku kes bikeve qada mîtîngê.
Di salvegera qatlîama 10'ê Cotmehê ya Enqereyê destur nayê dayîn merasîma bîranînê bê lidarxistin. Gelek kes li Ulus, Hîpodrom û Bulvara Ataturkê gelek kes kom bûn çûn Gara Trenê û xwestin merasîma bîranînê li dar bixin. Lê polîsan qed dorpêç kirin û desturê ji bo çûn û hatinê nadin. Ji ber girtina riyan trafîka Enqereyê felç bû. Welatiyên Enqereyê yên ku xwestin biçin karê xwe mecbûr man di riyan de bisekinin.
Tenê ji bo kesên ku pavnavên wan mîna hev in desturê didin
Di vî navberê de polîsan gotin ku dê tenê ji bo malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û di nava wan de jîyên ku paşnavê wan digire desturê bidin. Ji bo kesên ku di qatlîamê de birîndar bûn destur nehat dayîn li ser vê yekê malbatan li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku bi girseyê biçin biranînê. Polîsan destur nedan vê yekê û bi hezaran polîsên çewîk, TOMA li qadê ne û helîkopter li ser qadê difirin desdurê nadin welatî biçin qadê.
Gel bi biryar in
Di vî navberê de hatina koman a qadê jî didome. Welatiyên ku her diçe hejmara wan zêde dibe bi biryar in ku bikevin qadê. Girse bi sloganan helwesta îxtidarê şermezar dike.
Polîs nahêlin rojnameger jî derbasî qadê bin.
(sa)