Reber Yamaç hat definkirin
AMED (DÎHA) – Reber Yamaç ê YPS’yî yê ku li Wanê jiyana xwe ji dest da, hat definkirin.
Li Taxa Xaçorta Wanê, di pevçûna di 6’ê cotmehê de 2 YPS’yiyan jiyana xwe ji dest dabû. Ji vana yek jê Reber Yamaç bû, ku li gor şahidan bi birîndarî hatibû înfazkirin. Cenazeyê Yamaç ji aliyê malbatê ve ji Navenda Tibê ya Dûrsûn Odabşi ya Zanîngeha Wanê hat wergirtin û anîn Amedê. Ji ber di dema anînê de wesayîta cenaze di rê de gelek caran hat sekinandin, cenaze dereng anîn Amedê û li gundê Bolşeyê yê Hezroya Amedê hat definkirin. Konvoya cenaze di têketina navçeyê de rêveberên HDP, DBP û MEYA-DER2ê yên navçeyê jî di nav de ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin.
Dema cenaze anîn gundê Bolşeyyê, ciwanan li têketina gund bi alayan û berzkirina dirûşmeyên wek “Şehîd Namirin” û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” cenaze pêşwazî kirin. Cenaze ku anîn mizgefta gund, piştî wecîbeyên olî darbesta Yamaç a bi alayên PKK’ê hat nixumandin hat hilgirtin bi berzkirina dirûşmeyên “Qatil Erdogan”, “Ey şehîd çeka te li erdê namîne” û “Rêya şehîd rêya me ye PKK partiya me ye” heta goristanê hat veguhastin.
Pişt re Hevserokê Şaxa MEYA-DER’a Amedê Hasan Pençe di merasîmê de axivî. Pençe banga Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan bi bîr xist û got, Erdogan li Kurdistanê di şereqî qirêj de israr dike. Pişt re biyarê Yamaç, Alî Yamaç jî anî ziman ku, wan heta niha li ber dagirkeran serî netewandiye û got, rêber bi şehadeta xwe careke din nîşan da bê çiqasî di rêyeke rast de ye.
Her wiha peywirdarê ku cenazeyê Yamaç kefen kir, diyar kir ku li milê cenaze û li paş serî şûna guleyan hebûye. Ev gotin îhtimala înfazê zêdetir dikin.
(red)