Li gundên Dersimê amadekariyên zivistanê
DERSIM (DÎHA) – Li gundên Dersimê bi payîzê re, bênavber amadekariyên zivistanê tên kirin.
Li gundê Lazvanê yê navçeya Mêzgira Dersimê, hema bêje li ber her malê bostanek heye û welatî bênavber amadekariyên zivistanê dikin. Bi payîzê re piştî berf heliya, gundiyên ku di dawiya havînê de bostan çandibûn niha bi wan berên xwe amadekariyên zivistanê dikin. Gundiyên ku ji firîngiyan, ava firingiyan çêdikin, li gel vê firîngî û îsotên berhevkirine jî hişk dikin û dawiyê hûr dikin û ji bo zivistanê stok dikin. Ji niştecihên gundê Lazvanê Aliye Dogan got, wan di payîzê de bi îhtimamî bostanên xwe yî sebze û fêkiyan çandiye. Dogan diyar kir ku ew bi payîzê re amadekariyên zivistanê dikin û got, niha jî ew darşîlan, nahne û cehteriyê hişk dikin.
Dogan vegot ku, ew di havînê de bostanên xwe diçînin û bi berên ku ji bostan werdigirin amadekariyên zivistanê dikin û wiha got: “Me ava firîngiya çêkir, me ji balîcan, firîngî û îsotan konserve çêkirin. Me balîcan û îsot hişk kirin, xistin kîsikê spî û li dolaban bi cih kir. Her wiha me ji sewalên xwe jî rûn û torak wergirtin û wan jî hilanîn.”
Ji bo zivistanê amadekariya herî dawî tirşî ye
Ji jinan Beşer Alptekîn jî vegot ku, ji bo zivistanê amadekariya wan î herî dawî tirşî ye û wiha got: “Di payîzê de deqîqeyeke me yî vala jî tune.” Alptekîn dest nîşan kir ku, ew bi payîzê re dest bi amadekariyên xwe yî zivistanê dikin û niha ew ber bi dawiya amadekariyan hatine. Alptekîn wiha got: “Me dest bi amadekariyên zivistanê kirine, ji ava firîngiya bigire heta tirşiyê, konserve, berên hişkkirî. Ji bilî vana me êzing, tepik jî çêkirine.”
Çerez amade ne
Her wiha li gelek malan, sêvên ku hatine perçekirin li ser texteyan tên hişkirin û li gel vê çiloyên ku ji bo zivistanê hatine berhevkirin û li ser baniyan tepik û tar tên hişkkirin. Gundiyên ku tirî, sêv, gûz û berên din hişkkirin, dê di şevên zivistanê de şevbuhêrkên xwe bi wan derbas bikin.
(red)