DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Dêrikê girtin li Silopiya binçavkirin

6 Cotmeh
11:30 2016

ŞIRNEX/MÊRDÎN (DÎHA) - Li Dêrikê 5 welatî hatin girtin û li Silopiya jî di serdegirtina malan de 9 welatî hatin binçavkirin.

Li navçeya Dêrîka Mêrdînê ji 10 kesên ku 27'ê îlonê hatibûn binçavkirin 5 welatî hatin girtin. 27'ê îlonê piştî teqîna li hember wesayîta leşkeran hêzên dewletê bi ser gundê Tilbisim de girtibûn û welatiyên bi navê Îzettîn Çelîk, Nûrettîn Çelîk, Kemal Çelîk, Bedirhan Komurcu, Saît Komurcu, Mûrat Komurcu, Ferîde Komurcu, Diyar Komurcu ê yek salî, Vecdîn Karataş û Eyup Karataş hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên li Tabûra Cendermeyan a Tilbisimê her 10 welatî derketin pêşberî dozgeriyê. Dozgeriya Dêrikê bi daxwaza girtinê kesên hatine binçavkirin sewqî dadgehê kirin.

Dadgeha Dêrikê bi hinceta, "alîkarî dane rêxistinê" derbarê Nûrettîn Çelîk, Çelîk, Kemal Çelîk, Bedirhan Komurcu, Mûrat Komurcu û Ferîde Komurcu biryara girtinê da û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.


Li taxa Kizir a navçeya Silopiya Şirnexê serê sibê leşkeran bi ser malan de girt û di encamê de welatiyên bi navê Mehmet Ogel, Valî Ozkan, Mûsa Ozkan, Halit Ogel, Îbrahîm Og, Yaşar Orûç, Mahmut Bagi, Serhat Karakûş û Tahîr Çetîn xistin bin çavan.

Hinceta binçavkirina her 9 welatiyan nehat hînbûn û kesên hatine binçavkirin li Fermandariya Cendermeyan a Silopiya tên ragirtin.

(kom/no)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN