Girtiyê nexweş Bahadir rakirin nexweşxaneyê

6 Cotmeh
10:37
2016
ÎZMÎR (DÎHA) - Girityê nexweş ê bi navê Saît Bahadir ê li Girtîgeha Tîpa F Hejmar 2 a Kiriklarê tê girtin û nexweşê qansera çerme ji ber şert û mercên xirap ên girtîgehê krîza dil derbas kir.
Hat ragihandin ku Rêveberê TAYD-DER'ê Saît Bahadir (54) ê li Girtîgeja Tîpa F a Hejmar 2 a Kiriklara Îzmîrê tê girtin şevê din krîza dil derbas kiriye. Hat zanîn ku Bahadir ê nexweşê qansera çerme, ji ber şert û mercên xirap ên girtîgehê krîz derbas kiriye. Bahadir ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurta ya Îzmîrê hêjî di odeya çavdêriyê de tê giritn û destûr nayê dayîn û bi parêzer û malbatê re hevdîtinê pêk bîne.
Bahadir, di 14'ê Tebaxê de bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" hatibû girtin.
(mb)