Li eniya girtiyê rastî îşkenceyê hat şopa postalan ma

MANÎSA (DÎHA) – Parêzer Seda Tanrikûlû li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê bi girtiyên siyasî yên ku dema rastî îşkenceyê hatin û wan dibirin nexweşxaneyê kirin qîrîn û gotin, “ji her kesî re bibijin, îşkenceyê li me dikin” re hevdîtin pêk anî û behsa pêkûtiyên xedar ên li girtîgehê kir.
Parêzer Tanrikûlû ya li girtîgehê bi girtiyê bi navê Dogan Karan re hevdîtin pêk anî, got li eniya Karan hîn jî şopa postalan heye û wiha behsa wê dîmenka ku rastî wê hat kir, “Girtiyên ji par re destê wan kelepçe kirine, serê wan li zemîna betonî dane. Ser çavê girtiyê bi navê Heybet Aydemîr hîn jî bi birîne. Ser çavê Osman Kilavûz jî, ji ber derbeyên copan nayê naskirin. Ji ber îşkenceyê piraniya girtiyan nayên naskirin.”
Çend roj berê girtiyên siyasî yên li Gîrtîgeha Tîpa T a Manîsayê tên girtin, dema rastî îşkenceyê hatibûn û wan anîbûn nexweşxaneyê, kiribûn qîrîn û ji kesên li nexweşxaneyê re gotibûn, “Ji her kesî re bibijên îşkenceyê li me dikin.” Piştî vê Serokê Şaxa Federasyona Komeleyên Piştevaniya Huqûqî ya bi Malabtên Girtî û Hikumxwaran (TÛHAD-FED) a Îzmîrê Parêzer Seda Tanrikûlû çû girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtin pêk anî.
Parêzer Tanrikûlû, hurguliyên hevdîtina bi girtiyan re kir bo ajansa me vegot û ragihand ku, ji ber girtî li ser piya jimarî nedane, ji aliyê gardiyanan ve bi lepikên hesinî bi awayekî dijwar hatine derbkirin.
Tanrikûlû da zanîn ku, di êrîşa 3’yê cotmehê de 9 jê giran 23 girtî birîndar bûne.
'Em hew xwe radigirin. Li ser piya jimariyê bidin’
Li gor vegotinên girtiyan Tanrikûlû diyar kir ku, bi îlankirina OHAL’ê re li girtîgehan êrîş û pêkûtiyên li dijî girtiyan zêde bûne û got, di 2’yê cotmehê de Mudurê 2’yemîn ê Girtîgehê bi vî awayî gef li girtiyan xwariye, ‘Em xwe ranegirin. Li ser piya jimariyê bidin.’
Tanrikûlû anî ziman ku, ev nêzîkatiya gardiyan û îdareya girtîgehê ya li dijî girtiyan, nêzîkatiyeke tehrîkar e û wiha berdewam kir:
"Gardiyan ji mazgala deriyê qawîşê ji girtiyan re gotiye, ‘Osman Kilavûz, Mehmet Çaglayan, Ferît Akbûlût xwe amade bikin hûn ê ji vir biçin.’ Girtiyan jî, dema sedema vê pirsîne boyî wan bersiv nehatiye dayîn û ji ber vê qawîşa xwe neteriakndine. Li ser vê Mudurê 2’yemîn ê Girtîgehê, li gel 30 gardiyanî bi ser qawîşê de girtiye. Gardiyan kamera vekirine û ji girtiyan xwestine li ser piya jimariyê bidin. Lê belê, piştî girtî jimariya li ser piya qebûl nakin mudurê girtîgehê fermana, ‘kamerayan bigirin dide’ û bi vê re gardiyan ji nişkave êrîşî girtiyan dikin.”
Li eniya wî şopa postalan ma
Parêzer Tanrikûlû anî ziman ku, rewşa girtiyên rastî êrîşan hatine giran e û wiha axivî, “Dema min bi girtiyan re hevdîtin pêk anî, li eniya girtiyê bi navê Dogan Kara şopa postalan hebû. Girtiyên ku ji par re destên wan hatine kelepçekirin, eniya wan li zemîna betonî xistine. Ser çavê girtiyê bi navê Heybet Aydemîr hîn jî bi birîne. Ser çavê Osman Kilavûz jî, ji ber derbeyên copan nayê naskirin. Ji ber îşkenceyê piraniya girtiyan nayên naskirin.”
Bi lepikên hesinî hatin derbkirin
Tanrikûlû anî ziman ku, ji girtiyan Lokman Gur dest û lingên wî tên kelepçekirin û gardiyan bi lepikên hesinî wî bi giranî derb dikin û dest nîşan kir ku li ser bedena hemû girtiyan şopên lepikên hesinî heye.
Tanrikûlû diyar kir ku ji girtiyan Yûsûf Sîlînsîn ê nexweşê astimê ye, dema rastî êrîşê tên ji gardiyanan yek dibêje, ‘em nexweşê astimê ye, zêde lê nedin’, lê li gel vê jî gardiyanên din guh nadin vê gotinê û lê didin. Tanrikûlû êrîşa ku Sîlînsîn rastî wê hatiye wiha vegot, “Gardiyan bi pehînan tim li sînga Yûsûf xistine. Di dema derbkirinê de gardiyanan ji Yûsûf re gotiy, ‘Terorîstê farqînî, em ê te li Farqînê veşêrin’ û pişt re serê Yûsûf li betonê xistine û Yûsûf ji xwe çûye.”
Xebatkarên tenduristiyê jî gotine, ‘bêyî şopa derban bimînin li wan bidin’
Li gor vegotinên girtiyan Tanrikûlû anî ziman ku, xebatkarên tenduristiyê jî şahidiya van êrîşan kirine û dest nîşan kir ku, xebatkarên tenduristiyê di dema êrîşê de ji gardiyanan re gotine ‘bêyî şopa derban bimîne li wan bidin.’
Tanrikûlû diyar kir ku, îşkence nêzî 2 saetan berdewam kiriye û got, piştî derbkirinê Orhan Karaca, şînasî Zorbay, Dogan Karan û Osman Kilavûz dîsa hatine derbkirin û ew birine odeya sungeriyî û li wê odeyê jî îşkence berdewam kiriye.
Tanrikûlû parve kir ku, dema girtiya radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Manîsayê û çima girtî li wir kirine qîrîn û gotine, ‘Îşkenceyê li girtiyên siyasî dikin. Ji her kesî re bêjin îşkenceyê li me dikin’, ji ber vê jî di rîngê de dubare rastî şidetê tên û wiha got, “Li têketina girtîgehê gardiyan bi cilên Robokopî bi mertalan li sînga girtiyê bi navê Osman Karaca dixin û bi vî awayî gefan lê dixwin ‘Em ê we bikujin terorîstno’.”
9 girtî bi giranî birîndar in
Tanrikûlû diyar kir ku, piştî bûyera derbkirinê hikûmxwarin bi navê Cesîm Levent, Sadrettîn Unver, Mehmet Çaglayan, Osman Kilavûz, Ferît Akbûlût birine qawîşeke din. Tanrikûlû da zanîn ku, di bûyerê de bi giştî 23 girtî bi awayekî xedar hatine derbkirin û got ji vana rewşa girtiyên bi navê Hebat Aydemîr, Yûsûf Sîlînsîn, Habîp Keleş, Orhan Karaca, Dogan Karan, Lokman Gur, Osman Kilavûz, Mehmet Çaglayan, Ferît Akbûlût zaf giran e.
Tanrıkûlû dest nîşan kir ku, li girtîgehan îşkence zêde bûye û bang li Wezareta Dadê kir da di vî warî de tevbigere.
(red)