DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Rojnamegerên muxalif dê çalakiyên hevpar pêş bixin

 
6 Cotmeh
09:12 2016

AMED (DÎHA) – Hevseroka Cemîyeta Rojnamegerên Azad (CRA) Nevîn Erdemîr, bertek nîşanî qutkirina weşanên radyo tv'yan da û got: "Çapemeniya muxalif heta niha her dem li dijî êrîşan di ber xwe da. Em dê ji niha û şûnde hemû rojnamegerên muxalif bibin yek û li dora çalakiyên hevpar bibin yek û bi hevre dengê xwe bilind bikin.

Li ser biryara KHK'ê weşanên Med-Nûce, TV 10, Zarok, ÎMC, Hayatın Sesî, Jiyan, Azadi, Ozgur Gun, Denge, Van, TV, radyoyên wekî Gun, Ozgur û Ses, Dunya, Karacadag, Ozgur Guneş, Rengîn û Dogu jî di navde 12 televîzyon û 11 radyo hatin girtin. Piştî weşanên televîzyon û radyoyan hatin qutkirin, polîsan bi ser avahiyên wan de girt û li gel mamûrên maliyê hemû alav û amûrên wan desteser kirin û mohr li deriyê wan xist. Hevseroka Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) Nevîn Erdemîr girtîna televîzyon û radyoyan şermezar kir û got "Ev politakayên ku lî ser televziyonan û radyoyan tên meşandin, di esasê xwe de li ser ziman û çandên gele kurdan pêk tên. Televizyona cemaetê ji piştî darbeyê hat girtin û alavên wan hatin desteserkirin. Piştre jî mohr kirin. Me zanibû dê dewlet êrîşî teleziyonên muxalîf jî bike. Berê jî gelek caran weşan qut kirin. "

‘Emê li dijî neqiyan têbikoşin'

Erdemîr bal kişand ser girtina Zarok TV, Tv 10, Jiyan TV, Hayat TV, ÎMC û Van TV û wiha axivî: “Mixabin niha erîş li ser çapameniyê azad û çandê kurdan berdewam dike. Dewlet dengê televziyon û radyoyên muxalîfan qût kir. Îro bi saya televizyon û radyoyên muxalîfan em li Kurdîstanê dibûn xwedî agahî. Medyayê îktîdarê û hawiz, rastiyên li Kurdistanê nîşan neda û berovajî kir. Rastî bincil kirin. Ji bo çapemeniya muxalif rastî bi cîhanê re parve kirin hatin girtin. Girtinan televziyonan li dijî hiqûqê ye. Televziyonên muxalif ji bo xwe talûke dîtin. Ji ber ku nexwestin rastiyên wan bên dîtin televîzyon û radyoyên muxalif girtin. Em weke Cemîyeta Rojnamegerên Azad li hemberê hemû neheqiyan derdikevin. Em dê her dem li dijî neheqiyan dengê xwe bilind bikin. Em dê her dem bibin dengê azad.

‘Em dê têkoşîna hevpar pêş bixin'

Erdemîr herî dawî destnîşan kir ku ji bo azadiyê gel û demokrasiya gel divê çapamenî azad be û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mixabin îro li welatiyê me televziyon û radyo tev hatin girtin. Weşan hatin qutkirin û ekran hatin reşkirin. Hemû alav û amûr hatin desteserkirin û dan TRT yê. Hemu rojnamegeren me tev betal man. Em rojnameger dê bi hevra li dijî girtînan dest bi çalakiyên cuda bikin. Em rojnameger dê piştevanî û hevkariya xwe xurt bikin û bi hevre têkoşîn û dengê xwe bilind bikin. Emê bi hevre êrîşan pûç bikin û dengê xwe bêtir bilind bikin. Erîşên li ser çapemeniyê bi destê dewletê pêk tên. Em dê ji her demê bêtir bi tifaqî têkoşîna xwe xurttir bikin. Heta niha gelek êrîş û zext li ser çapemeniya muxailf pêk hat, lê yek jî bi encam nebû. Hemû li dijî berxwedanê têk çû. Dê polîtîka û êrîşên AKP'ê jî têk biçin û berxwedana me dê bi ser bikeve. Em dê ji her demê bêtir deng û berxwedana xwe bilintir bikin."

(rd-ra/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN