DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Qersê mirina leşker a biguman

5 Cotmeh
14:47 2016

QERS (DÎHA) - Çawişê pispor ê bi navê Onur Tuncel ê ku li Qaxizmanê leşkerî dikir hat îdîakirin "bi qezayekê" jiyana xwe ji dest daye.

Di demên dawî de îdîayên ku leşker întîxar dikin zêde dibin û yek din jî lê zêde bû. Çawişê pispor ê bi navê Onur Tnucel (25) ê ku li fermandariya Denîzgolu ya li navçeya Qaxizmana Qersê leşkerî dikir, hat îdîakirin ku dema leşker dibirin nobetê ji ber "çek bi qazayekê gule berdaye" û li singa wî ketiye bi giranî birîndar bûye.

Hat ragihandin ku Tuncel ku bigiranî birîndar bû ligel hemû mûdaxeleyan jî ne hat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest daye.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN