DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Çalakiya boykotê ya mamoste û karmendan didome

 
5 Cotmeh
13:16 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Boykota mamosta û karmendên bajarên Silêmanî, Helebce, Germiyan û herêma Raperîn berdewam dike.

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê mamoste û karmendên li bajarên Silêmanî, Helebce, Germiyan û herêma Raperîn ji ber mûçeyên wan nayên dayîn û sîstama paşxistina mûçeyan çalakiya xwe ya boykotê didomînin. Li bajarê Silêmaniyê karmendên Navenda Giştî ya Şopandina Bazirganî û Parvekirina Erzaq dest bi boykotê kirin. Her wiha li Germiyanê jî karmend neçûn ser kar û boykot domandin. Katibên bajarê Helebceyê jî dest bi boykotê kirin.

Li bajarê Silêmaniyê karmendên çandinî, Zanîngeha SilêmaniYê û mamosta ku çend rojin dest bi boykotê kirine, îro jî boykota xwe domandin.

Li navçeya Şarezûrê ya girêdayî Silêmaniyê û li bajarokê Koyê jî mamosta li ber avahiya perwerdeyê kom bûn û cardin çûna ser kar boykot kirin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN