DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Qaxizmanê 5 kes hatin girtin

5 Cotmeh
12:52 2016

QERS (DÎHA)- Ji 11 kesên ku beriya 14 rojan li Qaxizmanê hatibûn binçavkirin 5 kes hatin girtin.

Li navçeya Qaxizmana Qersê di 22'yê Îlonê de polîsan bi ser malan de girtibûn û 11 kesên ku di nava wan de Serokê DBP'ê yê navçeyê jî heye hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin piştî 14 rojan derxistin edliyeya Qersê û bi sûcdariyên "endamên rêxistinê ne" û "alîkarî dane" daxwaza girtina wan hat kirin. Heyeta dadgehê bi hincetên cûda biyara girtina Mehmet Buyukdag, Servî Kaya, Erol Arslan, Mehmet Boztaş û Cemal Boztaş da û 6 kesên din jî bi şertê kontrola edlî serbest berdan.

5 kesên ku hatine girtin şandin Girtîgeha Tîpa T a Qersê.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN