DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Serokwezîr Yildirim gef li Rojava xwar

4 Cotmeh
14:49 2016

ENQERE (DÎHA) - Serokwezîr Bînalî Yildirim, di axaftina xwe ya meclisê de diyar kir ku ew ê tevgera xwe ya li hemberî Rojava bidomînin û bi gotinê xwe yên "Ger pêwîst bike em ê bi zorê YPG'ê û PYD'ê bi zorê ji Cerablusê derxînin" gefên xwe yên li hemberî Rojava dubare kirin. Yildirim derbarê hebûna Cemaata Gulen a di nava AKP'ê de bi gotinên "çiye dibêjin ên ku hêza wan a siyasî heye tên parastin, kesên ku li pey van gotinan bikevin dê bikevin dafên FETO'yê" xwedî li cemaatê derket.

Serokwezîr Bînalî Yildirim di civîna koma xwe ya meclisê de derbarê rojevê de nirxandin kirin. Yildirim, di axaftina xwe de gef li YPG'ê û Rojava xwar û xwedî li hebûna cemaatê ya di nava AKP'ê de derket. Yildirim, balkişand ser sala nû ya rêzikdanîna AKP'ê û wiha got: "Di vir de rolek girîng dikeve ser milê partiyên siyasî. Tirkiye piştî darbeya 15'ê Tîrmehê carek din diyar kir ku tenê dikare pirsgirêkên xwe bi hevkarî û piştevaniyê çareser bike."

Yildirim, gotinên xwe yên dijberiya cemaatê domandin û wiha pêde çû: "Mafê tu kesî nebû ku tiştek wiha bîne serê welatê me. Ez dixwazim hûn li hemberî gotinên FETO yên ku wekî zehîrê dikeve nava me bi baldarî tevbigerin. Bila kes neyê lîstokên FETO. Ev rêxistin bi partiyên din re ji bo têkoşîna li hemberî wan zeyîf bibe dixwaze hîleyên xwe bikeve nava teşkîlata partiya me û ji bo vê dê serî li derewan jî bide. Çiye dibêjin ên ku hêza wan a siyasî heye tên parastin, kesên ku li pey van gotinan bikevin dê bikevin dafên FETO'yê."

Yildirim, bi gotinên "Niyet na akibet na" (ku tê wateya bi xêr) bersşv da dirûşma "Em darvekirinê dixwazin" a li salonê bilind bû.

Yildirim, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser dagirkeriya wan a li hemberî Rojava, gefên xwe yên li hemberî kurdan û YPG'ê wiha domand: "Heta em qada ku 5 hezar metrekareye bi ewle nekin em ê ne sekinin. Divê bi mutabakata bi Amerîkayê re teror ji Minbicê derkevin. Bi guhertina navê rêxistinê re ar li ser ben dikin û paşde kişandinê pêk nayînin. Me çawa DAIŞ bi OSO'yê re qewirand, ger pêwîst bike em ê bi zorê YPG'ê û PYD'ê bi zorê ji Cerablusê derxînin."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN