DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Parlamentoya Iraqê xwest Tirkiye nûnertiya xwe ji Iraqê derxe

 
4 Cotmeh
13:56 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Eniya Reform û çend parlamenterên Iraqê bi daxuyaniyekê xwestin ku nûnertiya Tirkiyeyê ya li Iraqê bê derxistin û peywendiyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de bên qûtkirin.

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê parlamentoya Iraqê îro civîna xwe ya herêmî pêk anî û di rûniştana îro ya parlamentoyê de Eniya Reform û çend parlamenterên ji komên cûda yên Iraqê, bi daxuyaniyekê xwestin ku nûnertiya Tirkiyeyê ya li Iraqê ji welatê wan bê derxistin û Iraq jî nûnertiya xwe ji Tirkiyeyê derxîne.

Eniya Reform û parlamenteran diyar kirin ku divê Iraq hemû peywendiyên aborî yên ligel Tirkiyeyê qût bike û bi tu awayî peywendiyên xwe bi Tirkiyeyê re daneyne.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN