Baluken: Îkdîtar OHAL'ê dike amûrê guhertina rejîmê
ENQERE (DÎHA) - Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, diyar kir ku dirêjkirina 3 mehan a OHAL'ê ji bo wan ne supriz bû û wiha got: "Îktîdar OHAL'ê ji bo guhertina rejîmê wekî amûr bikar tîne. Ji bo rejîmê biguhere dê bêtir dirêj bike.
Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken, têkildarî dirêjkirina OHAL'ê ya 3 mehan diyar kir ku dirêjkirina OHAL'ê ne suprîz bû û wiha got: "Îktîdara AKP'ê ji bo rejîma xwe biparêze OHAL'ê dirê jdike. Îktîdar dixwaze bi awayekî fîîlî rejîmê buguhere. Ji bo vê yekê OHAL'ê wekî amûr bikar tînin. Baluken, anî ziman ku ji bo karibin pêkanînên xwe têxin meriyetê zagonên KHK'ê xistine meriyetê û wiha got: "AKP û Erdogan bi pêkanînên KHK'ê û OHAL'ê dixwazin îktîdara xwe serdest bikin. Dixwazin li gorî xwe rejîmê biguherînin. Dixwaze rejîma yek mirov ava bike. Dixwazin bi OHAL'ê serdestiya xwe pêk bîne. Em dizanin ku armanca OHAL'ê ne ji bo li dijî darbekaran e. Armanca wan ewe ku serdestî û îktîdara xwe bimeşînin û darbeya herî mezin e. Erdogan got 'Ev lutfa xwedê ye' Bivê yekê xwest firsete bikar bîne.
'Ger ku em têkoşînê nedin OHAL dê bidome'
Baluken, destnîşan kir ku ger ger li dijî OHAL'ê tênekoşin dê OHAL her dem hebûna xwe berdewam bike. Ev li dijî hiqûqê ye. Tu aliyê hiqûqê tune ye. Bendewariya ku di nava çend deman de ango çend mehan de OHAL bê girtin ne rast e. Kesên dixwazin rejîma xwe têxin meriyetê OHAL'ê wekî amûr bikar tînin û dê vê amûrê berdewam bikin. Ji ber vê yekê divê têkoşîna li hemberî vê yekê berdewam bike. Ji ber vê yekê Erdogan û AKP meclîs perçe kir û niha dîktatoriya xwe îlan kir. Em nêta AKP'ê baş dizanin. AKP dixwaze OHAL'ê rewa bike. Divê li dijî vê vê pêkanîna dijdemokratîk hemû hêzên demokratîk divê bertek û têkoşîna xwe ya li hemberî vê yekê bilind bikin.
(mae)