DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Yildiz: Bi girtinê nikarin DBP'ê xelas bikin

 
4 Cotmeh
09:09 2016

AMED (DÎHA) - Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Salih Yildiz, diyar kir ku li gel Kamuran Yuksek, di salek dawî de 2 hezar û 499 endam û rêveberên wan hatin girtin û wiha got: "Bi van binçavkirin û girtinan dixwazin partiya me xelas bikin. Lê nikarin bi girtinan DBP'ê xelas bikin."

Zext û zordariyên li ser Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di salek dawî de derketiye asta herî jor. Tenê ji 1'ê Cotmeha 2015'an heta niha Serokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek jî di navde 2 hezar û 499 endam û rêveberên DBP'ê hatin girtin. Di nava endam û rêveberan de endamên Meclîsa Partiyê, Rêveberên bajar û navçeyan jî hene. Dîsa li gel girtin û binçavkirinê di salekê de Endamên Meclîsa DBP'ê Mehmet Yavuzel û Sevê Demir û 4 reveberên DBP'ê li navçeya Sîlopya û Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.

Têkildarî binçavkirin, girtin, êrîşên li dijî DBP'ê Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBP Mehmet Salih Yildiz nirxand. Yildiz, anî ziman ku armanca van zext û zordariyên li ser partiyan wan dixwazin wan teslîm bigirin û wiha got: "Dixwazin vîna me dîl bigirin. Ji bo vê yekê di salekê de 2 hezar û 499 endam û rêveberên DBP'ê girtin. Girtin û binçavkirinê ji operasyonên "KCK" dest pê kir. Hemû girtinên ku di serdema AKP'ê depêk hatin bi destê Cemaat-AKP'ê pêk hatin. Em bûn şahidê tiqafa wan a qirêj.

Plana Şark Islahatê îro bûye plana Hilweşandinê

Yildiz, anî ziman ku di dîrokê de hemû tifaqên hatine avakirin li dijî gelê kurd hatine avakirin û wiha got: "Hêzên ku îtîfakê çêdikin bi armanca tunekirina kurdan pêk tînin.

Plana Islahata Şerqê plana têkbirina kurdan e

Yildiz, destnîşan kir ku Pana Islahata Şerqê niha bûye plana têkbirina kurdan û wiha got: "QanûnaTakrir-i Sukun li dijî kurdan hat derxistin. Îro AKP'ê di sala 2014'an de ev plan nû kirin. Bi navê Plana Têkçûnê xistin meriyetê. Ji bo kurdan tune bikin û xelas bikin plan ava kirin. Lê kurd bi van planan xelas nabin. Kurdan her dem bi berxwedanê ev plan û proje têk birine. Niha Plana têkçûnê xistine meriyetê. Lê ev jî bi ser nakeve. Îro DBP li Kurdistanê bi siyaseta xwe li Kurdistanê ji gelê kurd re dibe hevî. Ji ber ku dibe heviya gelê kurd êrîşan zêde dikin. Ev êrîş ne nû û despêke. Dewletê li Kurdistanê gelek planên perçe bike û birêve bibe xistin meriyetê. Lê Planên wê heta niha pûç bûn. Ji ber kurdan bi berxwedanê planên wê pûç kirin, niha di bin navê mudaxaleya li dijî cemaetê piştî 15'ê tîrmehê li dijî kurdan şerê giştî daye destpêkirin. DBP di bin êrîşa dijwar de ye. Qeyûmê tayînî vîna kurdan dikin. Mamosteyên kurd ji peyvirê digirin. Bajarên me hilweşandin. Dixwazin me bitirsînin. Lê em bêtir bi hêz dibin. Me berê çawa di ber xwe da em dê ji her demê bêtir di ber xwe bidin.

'Dixwazin Amed û Riha paşve gavan bavêjin'

Yildiz, da zanîn ku herî zêde endam û rêveberên wan li Amed û Rihayê hatine binçavkirin û girtin û dixwazin herî her tiştî li Riha û Amedê paşve gavan bavêjin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Bi taybetî cihê ku DBP lê bi hêz e êrişan pêk tînin û dixwazin hêza me bişkînin. Li dijî van êrîş, zext û astengiyan sekna me pir zelal e. Çawa ku me li Amedê hêjmara wekîlên xwe ji 6'an derxist 10'an em dê niha li rihayê jî hêjmara xwe wisa zêdetir bikin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN