DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Ji Ocalan peyamên girîng

 
29 Îlon
14:06 2016

NAVEDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku piştî 525 rojan bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî têkîldarî hewldana darbeyê, tayînkirina qeyûman, pêvajoya çareseriyê û geşedanên Rojava gelek peyamên girîng da.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi 525 rojan bi tu awayî destur nehat dayîn ku hevdîtinê bi kesekî re pêk bîne bi birayê xwe re hevditin pêk anî. Ocalan tekîldarî geşedanan peyamên girîng da.

Mehmet Ocalan da xuyakirin, ku di hevdîtinên beriya niha de dema ew diçû Îmraliyê heman piştî 5 deqeyan Ocalan dihat gel wî, lê di vê hevdîtinê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 30-40 deqeyan hatiye û got, "Ji ber rewşê gelekî hêrs bûbû. Ji xwe ji derenghatina wî jî dihat fêhmkirin ku pirsgirêkek heye." Mehmet Ocalan anî ziman, rewşa tenduristiyê ya Ocalan baş e û bibÎr xist, ku di vê der barê de wî li Amedê daxuyanî daye.

'Nexwest bê hevdîtinê'

Mehmet Ocalan detayên li ser hevdîtinê ragihand û got, "Min texmîn kir ku Serok nexwestiye tevlî hevdîtinê bibe. Tiştekî ez bikim nîne. Rêveberiya Girtîgehê çû bi Serok re hevdîtin kir. Piştî 30-40 deqeyan Serok îqna bû û hat hevdîtinê. Naxwe wê tevlî hevdîtinê nebûya. Me silav da hev û piştre got, 'Tu hatiye, baş e. Lê tiştên ez ê bêjim giran e. Tu nikare van rake. Dibe ku tu hem zerarê bide xwe, hem jî bide min. Ji ber ku ez ê giran baxivim. Ez ê rastiyan ji te re ragihînim. Ez li şûna te bûma, ez ê nehatibûma'. Min jê pirsî 'çima'? Ez li ser daxwaza gel hatim. Wî jî got, 'ez bi vê zanibim û fêhm dikim'."

'Min bi tu carê serok wiha bi hêrs nedîtibû'

Mehmet Ocalan diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jê re gotiye, "Ez mirovekî demokrat û şoreşger im. Ez bi dehan salan li vir bi tena serê xwe bêm girtin jî ne teslîmî dewletê dibim, ne jî teslîmî hinekî din dibim. Ez dikarim heta dawiya emrê xwe bi vî rengî bijîm. Nakim of jî. Ez zelal im. Bila her kes vê baş zanibe. Lê belê eger tu dixwaze rastiyê zanibe; diviyabû tu nehatibûya. Lê wa ye te ked jî daye û tu hatiye. Ez vê baş dizanim û fêhm dikim." Mehmet Ocalan anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd di her mijarê de nêrînên xwe parve kiriye û got, "Serok ji min re got, 'Li min guhdarî bike'. û bi qasî 50 deqeyan bênavber bi rengekî hêrsbûyî bi min re axivî. Li ser şexsan tiştek negot. Li ser Tevgera Kurd û dewletê axivî. Ji min re got, 'Binêre, ev ne tiştên rast in. Hem dewlet hem jî tevgera me dema tengav dibin, tên cem min. Ev ne ya qebûlkirinê ye'. Serok gelekî bi hêrs bû. Ne rêk û pêk jî be, di nava 15 salan de ez gelek caran çûm giravê û min pê re hevdîtin kir. Lê heta niha min ti carî Serok bi vî rengî bi hêrs nedîtibû."

'Heke ev pirsgirêk neyê çareserkirin dê dewre her tim darbe pêk bê'

Mehmet Ocalan nêrînên Ocalan ên li ser hewldana leşkerî ya 15'ê Tîrmehê parve kir û got, "Serok got, 'Min gelek caran got, eger ev pirsgirêk neyê çareserkirin wê darbe rû bide. Eger pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin û Tirkiyeyeke demokratîk neyê avakirin, pêşî li van pirsgirêkan neyê girtin, wê timî darbe li ser kar bin. Hewldanên bi vî rengî wê her tim karibin rû bidin. Min ev yek her tim got. Valahiyek bimîne, wê darbekar vê bi kar bînin. Şert û mercên heyî yên li Tirkiyeyê ji darbeyan re her tim guncaw in. Min ev yek gelek caran ji rayedaran re got. Eger ev sîstem bi vî rengÎ dewam bike, wê darbe pêk werin. Îro ev kes nake, lê wê kesekî din bike. Lê wê mekanîka darbeyê her tim di nava dewletê de li ser kar be."

Mehmet Ocalan da zanîn, ku Ocalan bi giranî peyam da saziyên Kurd û dewletê û ragihand, divê her kes di vê çarçoveyê de mesajan binirxîne. Mehmet Ocalan li ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser xwerêveberiyê agahiyên berfireh neda û got, "Min ji Serok re got, bajarên Kurdan xera kirin, hilweşandin. Di vî warî de çi difikire? Serok jî got, xwerêveberî rastiyek e. Nirxandin berfireh kir. Rexneyên wî jî hebûn. Serok bûyerên li Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê diqewimin ji me bêhtir û baştir dişopîne. Li gorî derfetên li ber destê xwe, hem pêvajoyê hem jî rojevê baş dişopîne, dinirxîne. Kê çi kiribe baş dizane. Serok ev got; 'Mehmet Tûnç bang kir û anî ziman, ku dor li wan hatiye girtin, hatine dorpêçkirin, demeke wan a kurt maye'. Û Serok got, 'we çima nekarîbûn Mehmet Tûnç rizgar bikin'."

'Divê baş bê analîzkirin be çima DYA desturê nade tirkan ku bikevin Cerablusê'

Mehmet Ocalan da xuaykirin, ku Ocalan Şoreşa Rojava jî nirxandiye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Serok got; dema ez û hevalek du heval derbasî Rojava bûn, bi me re ne çekek ne jî pere hebû. Bi me re kesek jî tine bû. Li herêma di bin serweriya Hafiz Esad de, ku navê wî li Rojhilata Navîn heye, di nava tinebûnê de me karên mezin bi ser xistin. Me li Rojava Kurd bi cîhanê dan naskirin. Di çarçoveya Şoreşa Rojava de, DYA û PYD li dijî DAIŞ'ê di demeke nêz de alîkarî dan hev. Lê belê DYA beriya niha bi çend hefteyan dewleta Tirk vexwend Rojava, di ser Cerablûsê re. Serok got, divê ev yek baş were nirxandin. Got, 'Texmîn dikim, DYA hem xwest Kurdan hem jî Tirkan di vê nuqteyê de qels bike. Eger DYA nexwestibûya wê Tirk nekarîbûna bikevin Cerablûsê. Dixwaze li vê derê her du hêzan li dijî hev bide şerkirin'. Serok wiha dewam kir: 'Me li Rojava ku bê çek û bê pere em derbasî nav bûn, me bingeha niha ya tevgerê ava kir. Eger îro li Rojava destketî hebin, ev yek encama projeya me ya beriya bi salan e. Niha li Rojava bi qasî 50 hezar hêza çekdar heye. Eger îro nikaribin xwe rizgar bikin, wê kengî karibin xwe rizgar bikin? Ji vir û pê ve ez dikarim çi bikim?"

'Xwedî li şaredariyan derkevin'

Mehmet Ocalan li ser desteserkirina şaredariyên DBP'yî nêrînên Ocalan ragihand û got, "Serok got, 'Eger Şaredarî bi gel re nebe yek, nikare li ber vê sîstemê bisekine'. Serok wiha dewam kir, 'Li dijî erkdarkirina qeyûman, xwezî hilbijartinên li şaredariyên me karîbûna bi gel re bibûna yek. Lê mixabin nekarî bikin. Wê wextekê li dijî vê hewldana qeyûm berxwedan bê nîşandan, lê ew ê jî kêm bimîne. Ev jî tiştekî rast nîne. Ev 17 sal in li Kurdistanê li gelek cihan hûn di rêveberiyê de ne, we çi kirin? Eger şaredarî bi gel re nebûye yek, bi deh hezaran kes neherikîbe ber şaredariyan, wê çaxê şaredariyan erka xwe nekirine. Ev ne ya qebûlkirinê ye'. Serok got, 'Em çawa vê yekê qebûl bikin? Mewziyên me bi vîna xwe qezençkirin e, şaredarî ne. Ji dest digirin. Ew jî xwe dikin ker û lal. Projeyên xwe bi cih nanîne. Ew der veguherandine sîstema febrîqeyê û yê li nav jî li benda teqawîtbûnê ye. Şaredariyên xwe teslîm nekin. Bi hezaran kes biçin ber şaredariyên xwe û xwedî lê derkevin. Piştî ku ji destê we biçe, tiştekî hûn bikin wê nebe. Vîna we ji destê we digirin, ji ber ku hûn jî bi gel re nebûne yek, hûn bi tenê li çûyîna ji dest temaşe dikin'. Serok gelekî tund axivî."

Mehmet Ocalan têkildarî pêvajoya 'çareseriyê' nêrînên Ocalan ragihand: "Serok got, 'Piştî mutabaqata Dolmabahçeyê ya 28'ê Sibatê, dewletê pêvajo qedand. Yê mase qeliband dewlet e. Niha serkêşê dewletê Erdogan û AKP ye. Me xera nekir. Heyeta dewletê herî dawî dema ji cem min çû got, ew ê piştî 15 rojan careke din bê. Piştî eşkerekirina mutabaqata Dolmabahçeyê gotin, ew ê careke din bên giravê û bi min re rûnên. Lê belê heman piştî eşkerekirina mutabaqatê mase qelibandin. Ez li bendê mam, lê nehatin. Dewletê pêvajo qedand. Di pêvajoyê de ti kêmasiya me tinebû. Me dikarîbû her tişt bikira. Eger dewletê bigota 'Erê' em ê jî bi berpirsyariya xwe rabûna'. Serok anî ziman ku ew niha bi sê hevalên girtî yên niha li giravê ne hevdîtinê dike, nêrînên xw eparve dikin û jê re gotiye 'Projeyên me yên çareseriyê hene. Me amade kirine. Me nuqteya hevpar dîtine. Eger dewlet amade be, dikare 2 kesan bişîne em dikarin li vir muzakereyê bikin. Ji bo vê em amade ne. Ji bilî vê yekê, kî dixwaze çi bike, bila bike. Ez ji dewletê natirsim. Dikarin min li vir înfaz bikin, lê nikarin vîna min teslîm bigirin'."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN