DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Balûken: Di navbera AKP û cemaetê de hevdîtineke lihevkirinê heye

 
28 Îlon
15:34 2016

ENQERE (DÎHA) - Serokwekîlê HDP'ê Îdrîs Balûken, diyar kir ku ew nizanin di lingê siyasî yê derbeyê de kî hene û dest nîşan kir ku, AKP ji bo lingê siyasî yê derbeyê dernekeve holê hewl dide.

Serokwekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdrîs Balûken, di civîna çapemeniyê ya meclîsê de, têkildarî geşedanên rojane de axivî.

Balûken anî ziman ku di bin navê "têkoşîna bi derbeyê re" derbeyeke dijber xwe daye der û got ev jî beriya derbeyê hatiye plankirin ku têkildarî vê hin emare hene.

‘AKP naxwaze milê siyasî yê derbeyê derkeve holê'

Balûken dest nîşan kir ku, xebatên komîsyona lêkolîna derbeyê ji aliyê AKP'ê ve tên astengkirin û ev îfade bi kar anîn: "Tu derdekî AKP'ê yê ku bi derbeyê re rû bi rû bimîne tune ye. Ditirsin ku têkiliyên wan î heta niha bi derbekaran re û pişt re derbeya ku wan bi pêş ve xist aşkere bibin. Lingê siyasî yê vê derbeyê heta ku diçe. Li Meclîsê kîjan lingên vê derbeyê hene? Ji bo lingê siyasî yê derbeyê aşkere nebe, hewldaneke bi zanebûniyî heye."

Gelo AKP û cemaet hevdîtin pêk anîn û li hev hatin?

Balûken, anî ziman ku hin îdiayên ku AKP û cemaet, hin hevdîtin pêk anîne û di encama van hevdîtinan de lihevkirinek xwe daye der û wiha pirsî, "Li kulîsên Enqereyê, tê axaftin ku AKP û Cemaeta Gulenî bi rêya hin navbeynkaran hevdîtin pêk anîne. Gelo bi cemaetê re hevdîtineke we yî wisa, lêgerîneke we yî lihevkirin heye yan na?"

Balûken bi tayîna qeyûman desteserkirina şaredariyên DBP'î bi bîr xist û diyar kir ku serokên şaredariyên ku bi her awayî derbekaran meth dikin hîn jî li ser destan tên girtin.

Balûken dest nîşan kir ku, operasyonên di bin navê derbeyê de jî berê xwe daye kesimên muxalefetiya AKP'ê dikin û wiha domand: "AKP cemaetê nîşan kir, û wek hincet wê nîşan da û bi vî awayî li kurdan û hemû muxalifan dide. Derbe nîşan da û bi vî awayî hesabên sepandina derbeya xwe dike."

Balûken dest nîşan kir ku Tirkiye, bi polîtîkayên AKP'ê yên çewt rastî qeyraneke aborî hatiye û got, hikûmet jî vê dîmenê bi operasyonên îdrakî dixwaze vê ji gel veşêre.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN