Zîrveya ewlehiyê li Beştepe kom bûn
ENQERE (DÎHA) - Di demên dawî de ji ber şerê li Kurdistanê zêde dibe û gelek leşker û polîs tên kuştin, Di serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan de li Beştepe "Zîrveya Ewlehiyê" kom bû.
Di demên dawî de li bajarên Kurdistanê şerê dijwar pêk tê. Di şer de bi sedan leşker, polîs, cerdevan hatin kuştin. Bi dehan maşîne û qereqol hatin rûxandin. Ji ber di demên dawî de gelek leşker tên kuştin, di serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan de li Beştepe "Zîrveya Ewlehiyê" kom bû. Li Qesra Serokomar Erdogan a Beştepe Serokwezîr Binali Yildirim, Serokomar Tayyip Erdogan, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Serfermandarê Giştî yê Artêşê Orgeneral Hulusi Akar û birokratên eleqeder tev li civînê bûn. Civîn saet di 18.30'an de dest pê kir. Demek berê Wezîrên Hundir bi 22 waliyên Kurdistanê û 37 sercerdevanan re civîn pêk anîbû. Wezîr biryar dabû ku çekên giran bide sercerdevanan. Herî dawî di 18'ê Tebaxê de Zîrveya Ewlehiyê kom bûbû.
(mae)