DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Leşkeran di 9 salan de li Kudistanê 4 hezar û 849 daristan şewitand

27 Îlon
18:35 2016

DERSIM (DÎHA) - Wekîlê HDP'ê yê Dersimê Alican Onlu, têkildarî şewata daristanên li Kurdistanê pirsname da Wezareta Karên Daristan û Avê. Wezaretê bersîv da û diyar kir ku li herêmê di 9 salan de 4 hezar û 849 hektar zeviya daristanê hatiye şewitandin.

Wekîlê HDP'ê yê Dersimê Alican Onlu, di 20'ê Îlonê de têkildarî şewata daristanên li Kurdistanê pirsname da Wezareta Karên Daristan û Avê. Wezîrê Karê Daristan û avê bersîve da pirsên Onlu. Wezaretê di bersîvê de diyar kir ku li Kurdistanê di 9 salan de 4 hezar û 849 hektar zeviya daristanê hatiye şewitandin.

Gelek caran bi dîmen, qeyd û şahidan derket holê ku leşkeran daristanên Kurdistanê şewitand. Welatiyên xwestin biçin şewatê vemirînin jî ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Her çend bi dehan caran hat tespîtkirin û teyîtkirin ku leşker, helîkopter û balafirên şer zeviyên daristanê bombe kiriye û daristan şewitandiye jî dîsa wezaretê di bersîva xwe de wiha got: "Zeviyên ku hatine şewitandin ji aliyê Rêxistina terorê ve hatiye şewitandin. Li Dêrsimê di 10 salên dawî de 60 caran daristan hatiye şewitandin. Di vê şewatê de 441 hektar daristan hatiye şewitandin. Di salên 2007-2016'an de li Herêma Rojhilata û Başûrê Rojhilat ê Anatoliyayê 1072 caran daristan hatiye şewitandin. Di vê şewatê de 4894 hektar daristan hatiye şewitandin. Sedema vana jî şewata pirêzeyan û rêxistina terorê ye."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN