Iyem ê CHP'î: AKP'ê tehamulî vîna gel nekir
MÊRDÎN (DÎHA) - Endamê Komîsyona Rêveberiyênên Heremî ya Navenda Giştî ya CHP'ê Îbrahîm Iyem bertek nîşanî tayinkirina qeyûman da û got ku AKP'ê tehamulî vîna gel nekir, ev pêkanînê nayê qebûlkirin kesên bi vîna gel hatine li ser kar jibilî gel tu kes nikare wan ji kar bigire.
Endamê Komîsyona Rêveberên Heremî ya Navenda Giştî ya CHP'ê û ji Rêveberê CHP'ê ya Mêrdînê Îbrahîm Iyem der barê bi qeyûman desteserkirina vîna gel de ji ajansa me re axivî. Îyem bal kişand ser qeyûmên AKP'ê û got kesên bi vîna gel hatine ser peywirê ji bilî gel tu kes nikare wan ji ser peywirê bigirin.
'Divê AKP demildest şaredariyên gel radestî wan bike'
Iyem da zanîn ku îxtîdara AKP'ê şaredariyên Kurdîstanê yên herî zêde deng sitendine tahmûl nekiriye û axaftina xwe wiha berdewam kir: " AKP'ê ji ber vê bêtehemuliyê dest danîn ser şaredariyan. Ev tişta ji bo hemû şaredariya derbas dibe. Li Kurdîstanê tenê DBP û HDP heye. Divê hikûmet demildest şaredariyên gel radestî wan bike. Mînak li Nisêbînê ji sedî 80'ê deng hatiye sitendin û hûn vê vîna ji sedî 80'ê kesî nas nakin. Ev bêtahmûlî ye. Ev biryar antîdemokratîk e. Ji kîjan partiyê be bila be ev biryar, ev derbe nayê qebûlkirin. AKP her tim dibêje, demokrasî, vîna gel! Ka demokrasî?"
'AKP'ê dibêje em ê FETO xelas bikin lê hemû muxalîfan paqij dike'
Iyem der barê endamên KESK'ê û mamosteyên Egîtîm Sen'ê yên ji kar hatin durxistin de jî wiha axivî: "AKP kesên mûxalîf, kesên alîgirên demokrasiyê, aştî û kedkar hemû neyar îlan kiriye. Ev tiştekî pir xeter e. Sendîka mafekî herî girîng e. Ev sendîka bi awayekî fermî hatine avakirin. Mamoste jî di çarçoveya biryarên sendîkayê ve tevdigerin, dikevin grevan û çalakiyan. Ji aliyekî dibêje em ê FETO paqij bike lê ji aliyekî hemû kesên mûxalîf jî ji aliyekî paqij dike.
'Pêkanînên AKP'ê dê di pêşerojê de aloziyan derxe holê'
Iyem herî dawî got ku rewşa tê jiyîn dê pêşerojê de aloziyan derxe holê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev rewş ji bo pêşerojê dê aloziyê derxe holê. Divê îxtîdar ji vê hişmendiyê paşve gavê biavêje. Tevlîbûna mîtînga aştiyê, grêva kar berdan û çalakiyên demokratîk ne sûc e. Ev tişt mafên herî xwezayî ne. Em van tiştan qebûl nakin û em heta dawiyê li ba mamosteyên kedkar û vîna gelan e."
(kom/no/sa)