DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Ji Şaredariya Westanê ya AKP'î nelirêtiya 14 tirilyonî - DOSYA 3

 
26 Îlon
09:07 2016

Şaredariya AKP'î pere da lê malzeme winda ye

SELMAN KELEŞ

WAN (DİHA) - Derket holê ku Şaredarê AKP'î yê Westanê yê berê Nazmi Sezer û Midûrê Xizmeta Malî yê Şaredariyê Osman Kiziltaş, bi sed hezaran tl pere ji Şîrketa Lîmîtedê ya Bazirganiyê ya Kandaşoglu İnş. Nak. Sanê ku aydî Bernamzetê AKP’î Zahîr Kandaşoglu re razandiye û hemberî vî pereyî malzemeyê înşatê winda ye.

Îktîdara AKP'ê bi îlana OHAL'ê û biryara KHK'ê qeyûm tayînî 25 Şaredariyên DBP'ê kir. Lê li aliyê din Şaredariya Westana Wanê ku di destê AKP'ê de ye, bi sed hezaran tl pereyê wê winda ye. Şaredariya Westanê ku di destê AKP'ê de ye di navbera salên 2009 û 2014'an de bi 14 milyon tl nelirêtî kir. Nelirêtiya şaredariya AKP’î bi belgeyan jî derket holê. Niha jî derket holê ku Şaredariya Westanê ya AKP'î bi bi sedhezaran pere daye şîrketa bernamzetê AKP'ê lê li hemberî pereyan malzeme nestendiye. Derket holê ku Şaredarê AKP'î yê Westanê yê berê Nazmi Sezer û Midûrê Xizmeta Malî yê Şaredariyê Osman Kiziltaş, bi sed hezaran tl pere ji Şîrketa Lîmîtedê ya Bazirganiyê ya Kandaşoglu İnş. Nak. Sanê ku aydî Bernamzetê AKP’î Zahîr Kandaşoglu re razandiye û hemberî vî pereyî malzemeyê înşatê winda ye. Di belgeyên fermî yên îmzeya Nazmî Zezer li ser heye derket holê ku pere şandiye şîrketa AKP'î û îmzeya hat girtin jî heye. Lê li hemberî pereyan malzemeyê înşaetê li holê tune ye.

Endamên Meclîsa Şaredariyê ya DBP’î komîsyon ava kirin û belgeyên nelirêtiya şaredariyê derxistin holê. Di lêkolîna endamên meclîsê yên DBP'ê de derket holê ku Şaredarê Westanê yê AKP’î Sezer û Mudûrê Xizmeta Malî Kiziltaş dem dem îhale girtine û pere razandine. Lê îhaleyên hatine kirin bêyî agahî û îlanê hatine kirin. Îhale dane Bernamzetê AKP'î û Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesatiyê (VATSO) yê berê Zahir Kandaşoglu. Hat zanîn ku bi sed hezaran tl pere li se navê Şîrketa Lîmîtetê ya Kandaşoğlu înşaatê razandine.

Di belgeyan de tê dîtin ku projeya Mala Sersaxiyê li taxa Bahçelîevler hatiye avakirin û ji bo înşatê tu malzeme nehatiye razandin. Midûrê Xizmeta Malî Kiziltaş ji bo betona Mala Sersaxiyê di 1'ê Îlona 2012'an de bi belgeyên sexte îlana îhalê amade kiriye û ihale daye şîrketa Bernamzetê AKP'î Kandaşoglu. Balkêşe îmzeya Midûrê Karên Fenê yê Şaredariyê Harun Ayas jî liser heye.

Şaredarê AKP'î Sezer û Midûrê Xizmetên Malî Kiziltaş bi belgeyên sexte proje amade kirin, lê li taxa Bahçelîevlerê înşaeta Mala Saxiyê tuneye. Hat zanîn ku Şaredariya Westanê ji bo Şîrketa Kandaşoglu ya Înşaetê 11 hezar û 970 tl pere razand. Li hemberi van pereyan 113 metrekup beton nehat stendin.

Li gorî projeyê diviya bû mala sersaxiyê ya 200 metrekare bihata avakirin û 233 metrekup beton bihata dayin

Di lêkolîna komîsyonê de derket holê ku Şîrketa Kandaşoglu di 31'ê Tîrmeha û 12'ê Tebaxa 2012'an de belge îmze kirine û hatiye xwestin ku 100 metrekup beton bê dayîn. Dîsa di diviya bû ku di 7'ê Îlona 2012'an de 133 metre kup beton bihata dayîn, lê qet beton teslîmî şaredariyê nehatiye kirin. Di lekolînê de hat dîtin ku ne beton hatiye dayîn, ne jî Mala Sersaxiyê hatiye avakirin û tiştek li holê tune ye.

Di belgeyan de hat dîtin ku bi ser hezaran tl pereyên şaredariyê ji şîrketan re hatiye razandin, lê li hemberî vî pereyî malzeme nehatiye razandin û Şaredar, midûrên şaredariyê yên AKP’î û namzetên AKP'ê di nava xwe de pere li hev parve kirine.

SIBÊ: Derket holê ku Şaredarê AKP’î yê Westanê Nazmi Sezer ji bo lêçûnên xwe yên şexsî ji butçeya şardariyê pere xerç kirine.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN