Tuncel: Têkane rê berxwedan e
RIHA (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel a di kongreya partiya xwe ya li Rihayê de axivî diyar kir ku li dijî polîtîkayên zilm û zorê ya dewletê tekane rê berxwedan e.
Rêxistina DBP'ê ya Rihayê 2'yemîn kongreya xwe ya asayî bi şîara "Em azadiya xwe birêxistin dikin" li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û parlamenterê HDP'ê Îbrahîm Ayhan jî beşdarî kongreyê bûn.
DBP'ê kongreya xwe li Salona Konferansê ya Mozaik pek ani. Kongreyê bi rêz girtinê dest pêkir. Piştî rêz girtinê dayika Mehmet Yavuzel ê ku li jêrzemîna li Cizîrê hate qetilkirin, Hanim Yavuzel axaftinek kin kir. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tuncel Tuncel jî di kongreyê de axivî. Tuncel, serî de Dayikên Şemiyê yên ev 600 hefteye aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin dipirsin û dayikên ku zarokên wan di qadên xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane silav kir. Tuncel wiha got: "200 sal in pirsgireka kurd heye û polîtikaya dewletê ya bi zor zilmê ev pirsgirek qebul nekir. Li Kurdistanê berxwedanek mezin heye. Li Rojava diyar e serkeftin bû. Serkeftin a me ye."
'Slav li berxwedêran'
Tuncel, behsa qeyûmên ku tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin jî kir û wiha axivî: "Em lê dinêrin her çar salan carek partiyek me tê girtin. Bi berxwedanê bi ked û bedelan em hatîne wê rojê. Serokomar maseya çareseriyê hilweşand. Di mîtîngên me de teqîn pek hat, bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Silav ji yên li hemberî dewletê li ber xwe dane."
Tuncel bal kişand li ser pêkûtiyên li dijî DBP'ê jî got ku Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek ji ber axaftineke xwe hate girtin 4 endamên wan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û wiha berdewam kir: "Li Rihayê bi sedan endamên DBP hatine girtin û rastî îşkenceyê hatin. Dixwazin gel ji têkoşinê dur bixin. Li hemberî wê yekê riyek heye ew ji berxwedan e. Ocalan dibêje bila dewlet 2 mirovan rêke, pirsgireka kurd dê di 6 mehan de çareser bibe. Dibêjin hêvî heye? Erê hêvî heye. Gele kurd hem bila rêxistinbûna xwe hem jî berxwedana xwe xurtir bike."
Pişti axaftina Tuncel, raporên xebatê û aboriyê hatin xwendin û hatin erêkirin. Celal Babacan û Yasemin Kiliç wekî hevserokên DBP'ê yên Rihayê hatin hilbijartin.
(mhy-mp/sa)